Çavê mirov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî lê zêde kir.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 80:
 
== Guncandin ==
[[Wêne:Eye anatomy ku.png|thumb|247x247px|Bi zêdekirin û kêmkirina qoqiziya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin ko bi bi qebareya piçûktir û bi awayek serûbin qulipî, rasterast dikevin ser çîna toreyê.]]
 
Di jiyana rojane de durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, hin tişt nêzîk hinek tişt jî dûrê çavê mirov e, lê dîsa jî tîrojên derûdor rasterast dikeve ser çîna toreya çav. Hawêne ronahiyê ji derdorê digire, bi aweyekî guncav dişkîne û raste rast arasteyî ser [[Tore|çîna toreyê]] dike<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>. Ev karê hawêneyê wekî guncandin (bi îngilîzî: ''eye accommodation'') tê navkirin<ref name="VILLEE"/>. Guncandin bi kêmkirin û zêdekirina qoqiziya hawêneyê rû dide. Qoziya hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê guhertin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawîstiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawîstîner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe<ref name="Human biology15ed"/>.