Husein Muhammed: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 30:
Husein Muhammedî berî karê xwe yê dadweriyê ji gelek dezgehên kargêrî (îdarî) yên Fînlendayê re tercimaniya [[zimanê kurdî]] ([[kurmancî]] û [[soranî]]) û [[zimanê tirkî]] kiriye. Di wan daîreyan de ew herwiha wek şêwirmendê zimanên [[Rojhilata Navîn]] jî (kurdî, tirkî, erebî û farisî) bû.
 
== Ji 1995ê1995an pê ve bi kurdî dinivîse ==
Husein sala 1995an dest bi nivîsîna bi kurdî kiriye. Ta niha berhemên wî di çendîn [[kovar]] û [[rojname]]yan de belav bûne. Ew ji 1999an ve yekemîn kovara kurdî ya xwerû-elektronîkî, [[Mehname]]yê, bi rêya Internetê diweşîne. Tevî ku Husein hem helbest, hem kurteçîrok û hem jî gelek gotar nivîsîne jî, ew herî zêde wek wergêr tê nasîn. Wî berhemine [[Xelîl Cibran]], [[Anton Çexov]], [[William Shakespeare]] û gelek ji nivîskarên din ên li hemî cîhanê navdar bi zimanê kurdî arasteyî xwendevanan kirine. Husein herwiha ferhengokek peyvên dadwerî ya kurdî-inglîzî amade kiriye. Niha ew li ser ferhengokek soranî-kurmancî dixebite{{Çavk}}.
 
== Xebatên niha ==
=== Kovara Mehname li ser înternetê ===
Husein Muhammed ji salan 1999ê ve sernivîserê [[Kovara Mehname]] ye. Ji bilî Mehnameyê, ew di heman demê de li ser gelek projeyên çandeyî, wêjeyî û zimannasî dixebite.
 
=== Wîkîferheng ===
H. Muhammed yek ji çalaktirîn avakerê [[Wîkîferheng]]ê ye ku yekem ferhenga kurmancî - kurmancî ya berdest e. Ferhenga din ya ku Husein Muhammed amade dike [[ferhenga soranî - kurmancî|ferhengek soranî - kurmancî]] ye ku ta niha ji tîpa A ta ya P hazir e{{Çavk}}.
 
=== Ferhengsazî ===
Yek ji xebatên wî yên giring jî amadekirina rêzimanek hevbeş ya kurmancî - soranî ye wek pêşniyar bo danîna bingehekî bo zimanek yekgirtî yê kurdî.
 
=== Werger ===
Husein Muhammed bi berdewamî klasîkên cîhanî li zimanê kurdî werdigerîne.
 
=== Kovara Kanîzar ===
 
=== Bloga zimannas.wordpress.com ===
 
 
== Pendnivîs ==