Hawêneya çav: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Hawêne''', '''adese''', '''niske''' an jî '''mercek''' ( bi îngilîzî: ''lens'') pêkhateyek şûşeyî, zelal (ruhnik), qaîşokî û bi herdu rûyê xwe, rûyê pêş û paş qoqiz e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>.
 
Ji boy bînîna( (dîtin) tiştekî, divê tîrojên ronhiyê li ser wê tiştê bikeve, ji wê tiştê şewq bide û bigihîje çîna toreya çav. Ango ji boy hestê bînînê, ronahî şert e.
 
== Pêkhateya hawêneya çav ==
[[Wêne:Eye anatomy ku.png|thumb|352x352px|Bi zêdekin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wîsa tên şikestin (tewîn) ko bi awayekî piçûktir û serberjêr( ters), rasterast dikevin ser çîna toreyê]]
Di nav her çavekî mirov de hawêneyek heye. Hawêne li paş [[Korniye|bîbikê]] de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref> . Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawestinerhilawîstiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye. Hawêne û [[korniye]] proteînên taybet lixwe digirin, navê van proteînan, krîstalîn e.( bi îngîlîzî: ''crystallin''). Xaneyên hawêneyê ji bilî proteînên krîstalîn, tu [[endamok]] lixwe nagirin<ref name="Human anatomy" /> loma [[xane]] zelal in, tîrojên ronahiyê bi awayekî hêsanî di nav xaneyan de derbas dibe. Herwiha hawêne [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] jî lixwe nagire, xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî (bi îngilîzî: ''aqueous humor'') digirin<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>. Zelaliya hawêneyê ji ber nebûna lûleyên xwînê û endamokan e. Hawêneya çavê mirov bi herdu rûyên xwe qoqiz e (bi îngilîzî: ''convex''), lê rûyê aliyê paşî hê pirtir qoqiz e. Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du [[Kelênên laşê mirov|kelênan]] dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Kelêna pêşî bi şileya avî tijî ye. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî (bi latînî: ''vitreous humor'') tijî ye<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye<ref name="Human anatomy" />.
 
== Erkê hawêneya çav ==
[[Wêne:Tanka leca konv ku.svg|thumb|307x307px|Dûrahiya navbera hawêne û xala ko tîrojên ronahiyê hatine tîşkokirin, Wekî tîşkoya hawêneyê tê navkirin]]
Mirov carna li tiştên nêzîk, carnan ji li yên dûr dinêre, durahiya navbera tiştan û çav guherbar e, lê ji boy bînînê, divê her car tîrojên derûdor rasterast bikeve ser çîna toreya çav. Karê serekî ya hawêneyê, arastekirina ronahiyê li ser çîna [[tore]] û çalika navendî ye (bi latînî: ''fovea centralis)'' <ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Ango bi rêkxistina hawêneyê, li gel guherbariya dûrahiya çavkaniya ronahiyê, tîrojên ronahiyê dîsa jî dikevin ser çîna toreyê. Hawêne ji boy vê erkê, qoqiziya xwe diguherîne û tîrojan ditewîne (dîşkîne). Tîrojên ronahiya hawirdorê, cara pêşîn dikevin ser [[Korniye|korniyeyê]] û di korniyeyê de tên şikestin, tîroj wekî gurzekî ronahiyê, ji korniyeyê derbasî bîbikê dibin, ji wir jî tên ser hawêneyê. Şêweyî hawêneyê ji aliyê kûlkemasûlkeyan ve tê rêkxistin. Kûlkemasûlke qoqiziya haweneyê diguherînin. Gava mirov li tiştek nezîkê xwe dinêre, wekî mînak, gava pirtûk dixwîne, külkemasülke yên dora hawêneyê girj dibin, bendên hilawestinerhilawîstiner sist dibin, hawêne hê pirtir qoqiz debe<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Heke mirov li cihek, an jî tiştek li dûr binêre, kûlkemasûlke xav dibin, îcar bendikên hilawestînerhilawîstiner tên şidandin û hawêneyê ber bi xwe ve dikişînin, loma qoqiziya hawêneyê kêm dibe, hawêne tenik dibe<ref name="McGraw-Hill" />. Bi zêdekirin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wisa tên şikestin (tewîn) ko bi awayekî piçûktir û serberjêr (ters), rasterast dikevin ser çîna toreyê. Heke hawêne zêde qoqiz be, gava tîrojên ronahiyê di nav da derbas dibin, pir ditewin (dişikên), bi kêmbûna qoqiziya hawêneyê, tewîna tîrojan jî kêm dibe.
 
Tîrojên ronahiyê di dema derbasbûna ji nav hawêneya qoqiz de, piçek ditewin, tên nezîkê hev û li ser xalek de digîhîjin hev. Ango ronahî ji aliyê hawêneyê ve tê tîşkokirin. Durahiya navbera hawêne û xala ko tîrojên ronahiyê hatine tîşkokirin, Wekî tîşkoya hawêneyê tê navkirin<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Ji ber ko tîşko li paş hawêneyê çê dibe, ev tîşkoya rasteqîn e. Lê heke tîroj di hawêneyek rûçal de derbas bibin, îcar tîroj ji hev dûr dikevin û belav dibin. Di haweneyên rûçal de tîşkoya hawêneyê tîşkoyek xeyalî ye û li pêş hawêneyê çê dibe. Di rewşa asayî de, ango heke di çavê mirov de nexweşî an jî têkçûna hawêneyê tune be, wê gavê tîşkoya hawêneyê rasterast tê ser çîna toreyê.
Rêz 15:
== Têkçûna hawêneya çav ==
 
Piştî temenê 45-50 saliyê, bi gelemperî qaîşokiya hawêneyê kêm dibe<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Kûlkemasûlkeyên bazneyî girj dibin, bendên hilawestînerhilawîstiner jî sist dibin lê hawêne bi têra xwe qoqiz nabe<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Ji ber wê rewşê, tîrojên ronahiyê yên ji derdora nezikê çav kêm ditewin, bi awayekî rast nakevin ser toreyê loma nexweşiya çav a bi navê piresbîtî (bi yewnanî: ''presbyopia'') li herdu çavên mirov peyda dibe. Ji boy kesên bi çavên piresbît, berçavkên rû qoqiz tên bikaranîn<ref name="Anatomy and physiology" />. Navê wan berçavkan di nav gel de wekî berçevka xwendinê jî tê navkirin<ref name="visualizing-human-biology" />.
 
Hin caran jî hawêne mat dibe, zelaliya hawêneyê winda dibe, hawêne bi rengê spî xuya dibe. Ev rewş wekî nexweşiya ava spî (katarak) tê navkirin<ref name="Essentials of Medical Physiology" />. Bi gelemperî nexweşiya ava spî di çavek de peyda dibe, çavê din sax dimîne. ji boy çareserkirina nexweşiyê, hawêneya resen a çavê bi ava spî, bi hawêneyek destkar ve tê guhertin<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, lens eye structure [https://www.britannica.com/science/lens-eye-structure]</ref>.