Koroyîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Koroyîd''' beşa serekî ya çîna naverast a çavê mirov e.
 
Çîna naverast a çav, li gel koroyîdê [[rengîne]] û tenê kûlkdar (bi îngilîzî: ''ciliary body'') jî lixwe digire<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. 5 ji 6 (5/6) beşê çîna naverast a çav jî koroyîdê pêk tê<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Koroyîd li aliyê pêşiya çavdçav de diguhere, dibe rengîne. Li aliyê pêşiyê çîna naverast a goga çav de 1 ji 6 beşên çînê, ji tenê kûlkdar û rengîneyê pêk tê.
 
Koroyîd di navbera [[Reqe (anatomî)|reqe]] û [[Tore|toreyê]] de cih digire. Çîna koroyîd gellek lûle û [[Mûlûleya xwînê|mûlûleyên xwînê]] lixwe digire. Mûlûleyên xwînê, di nav [[Xwîn|xwînê]] de [[xurek]] û madeyên pêwist dabîn dikin ji boy goga çav<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Çîna koroyîd pîgmenta melanînê lixwe digire. Pîgmenta melanîn ronahiya zêde ya nav çav dimijîne<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.</ref>. Çîna koroyîdê di nav goga çav de odeyek tarî ava dike. Ronahî di bîbikê de dikeve nava çav, piştê çalakkirina [[Hestewergir|ronahiyawergirên]] toreyê, ronahî ji aliyê çîna melanîn a koroyîdê tê mijandin. biBi vî awayî, tîrojên ronahiyê tenê carek li ser ronahiyewergiran dikeve, heke heman tîroj ji carek zêdetir li ser ronahiyewergiran biketa, bînîna zelal a çav têk diçû<ref name="VILLEE" />.
 
== Çavkanî ==