Koroyîd: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 17:55, 3 çiriya pêşîn 2020

Koroyîd beşa serekî ya çîna naverast a çavê mirov e.

Koroyîd beşek ji çîna navarast a çav e, di navbera reqe û toreyê de cih digire.

Çîna naverast a çav, li gel koroyîdê rengîne û tenê kûlkdar (bi îngilîzî: ciliary body) jî lixwe digire[1]. 5 ji 6 (5/6) beşê çîna naverast a çav jî koroyîdê pêk tê[2]. Koroyîd li aliyê pêşiya çavd de diguhere, dibe rengîne. Li aliyê pêşiyê çîna naverast a goga çav de 1 ji 6 beşên çînê ji tenê kûlkdar û rengîneyê pêk tê.

Koroyîd di navbera reqe û toreyê de cih digire. Çîna koroyîd gellek lûle û mûlûleyên xwînê lixwe digire. Mûlûleyên xwînê, di nav xwînê de xurek û madeyên pêwist dabîn dikin ji boy goga çav[3]. Çîna koroyîd pîgmenta melanînê lixwe digire. Pîgmenta melanîn ronahiya zêde ya nav çav dimijîne[4]. Çîna koroyîdê di nav goga çav de odeyek tarî ava dike. Ronahî di bîbikê de dikeve nava çav, piştê çalakkirina ronahiyawergirên toreyê, ronahî ji aliyê çîna melanîn a koroyîdê tê mijandin. bi vî awayî, tîrojên ronahiyê carek li ser ronahiyewergiran dikeve, heke heman tîroj ji carek zêdetir li ser ronahiyewergiran biketa, bînîna zelal a çav têk diçû[1].

Çavkanî

  1. ^ a b Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  2. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  4. ^ Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology (3rd ed.). Hoboken, NJ: John Wiley & Sons.