Tore: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 10:
Tore çînek tenik a [[Demareşane|demareşaneyê]] ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire<ref name="Human Biology." />. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boy enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan hander dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin boy tûkila mejî<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The retina [https://www.britannica.com/science/human-eye/The-retina]</ref>.
 
== PêkhatePêkhateya toreyê ==
 
Tore ji du çînên serkî pêk tê, çîna derve ya pîgmentî û çîna navî ya demarî.
Rêz 28:
Çalika navendî, fovea tenê xaneyên qoçekî lixwe digire, hejmara xaneyên çîlkeyî her ko ji çalika navendî dûr dikeve zêde dibe<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref> . Tîrojên ronahiyê dibe sedema guherina kîmyayî li pîgmentên xaneyên ronahiyewergiran de<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Gava ronahiyewergir (xaneyên qoçekî an jî yên çîlkeyî) ji aliyê tîrojên ronahiyê ve tên handerkirin, sînyal ji xaneyên qoçekî û çîlkeyî derbasî demarexaneyên çîna toreyê dibin û [[erkê kar]] didin destpêkirin.
 
Li binê çîna ronahiyewergiran, li aliyê navî ya goga çav de, çîna xaneyên ducemserî cih digire. Di navbera ronahiyewergiran û xaneyên ducemserî de tora xaneyên asoyî heye. Xaneyên asoyî , di navbera xaneyên ducemserî , çîlkeyî û qoçekî de girêdan ava dike. Xaneyên qoçekî û yên çîlkeyî bi [[Dendrît|dendirîtên]] xaneyê ducemserî ve bi navbeynakriya gehînkeyan ve giredayî ne. Hêjmara xaneyên ducemserî ji ya ronahiyewergiran gelek kêmtir e. Loma ragihandinên bînînê yên ji ronahiyewergirên çalak tên, li vir digihîjin hev û ber bi mejî ve tên şandin.
 
Çîna navî ya çîna demarî ji xaneyên girêk (bi îngilîzî: ''ganglion cells'') pêk tê. Çîna xaneyên girêk bi şileya şûşeyî ve di nav temasê de ye. Xaneyên girêk û xaneyên ducemserî bi navbeynkariya [[Gehînke|gehînkeyên]] demarî, bi hev re girêdayî ne. Ragihandinên bînînê yên ji xaneyên du cemserî tên ji aliyê xaneyên amakrîn (bi îngilîzî: ''amacrine cells''), tên tekûzkir paşê derbasî xaneyên girêk dibin. [[Tewere|Tewereyên]] ji xaneyên girêk dirêj dibin, digihîjin hev bi vî awayî gurza demar peyda dibe, ev gurz wekî demarê bînînê tê navkirin.
Rêz 40:
Di navenda toreyê di beşek piçûk a wek mîna xalek zer xuya dibe, ji wê beşê re lekeya zer an jî makula (bi latînî :''macula lutea'') tê gotên. Li ser lekeya zer jî çalikek bîçûk heye û wekî çalika navendî an jî fovea (bi latînî:''fovea centralis'') tê navkirin. Di çalika navendî de hejmara xaneyên qoçekî zêde ye, loma di çavê mirov de bînîna herî zelal û xurt di çalika navendî ya toreyê de rû dide<ref name="Human Biology.">Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company. </ref>.
 
== NexweşîNexweşiyên toreyê ==
 
=== Nexweşiya şevkorî ===