Tore: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Cross section of retina ku.png|thumb|492x492px|Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boy enerjiya kîmyayî vediguherîne. ]]
'''Tore''' an jî çîna '''tora çav''' (bi îngilîzî: ''retina'') çîna navî ya çavê mirov e.
 
Diwarê goga [[çavê mirov]] ji sê çînan pêk te. Çîna derve, çîna naverast û çîna navî.
 
Çîna derve ji [[Korniye|kornîye]], konjunktîv ( bi îngilîzî: ''conjunctiva'') û [[reqe]] (spîka çav) pêk tê.
 
Çîna naverast bi [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] dewlemend e, ji tenê kûlkdar, rengîne û koroyîd pêk tê. Çîna navî bi tora [[Demarexane|demarexaneyan]] ve dewlemend e wekî tore tê navkirin<ref name="Cambridge International AS and A Level Biology">Jones, M., Fosbery, R., Gregory, J., & Taylor, D. (2014). Cambridge International AS and A Level Biology Coursebook with CD-ROM (4th ed.). Cambridge, MA: Cambridge University Press </ref>.
 
Tore çînek tenik a [[Demareşane|demareşaneyê]] ye, li hundirê goga çav, li aliyê paşî de cih digire<ref name="Human Biology." />. Tore ronahiya hawirdorê werdigire û ji boy enerjiya kîmyayî vediguherîne. Enerjiya kîmyayî demarexaneyan hander dike, sînyalên bînînê bi şeweyî demareragihandin ji çav tê şandin boy tûkila mejî(<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, The retina [https://www.britannica.com/science/human-eye/The-retina]</ref>.
 
== Pêkhate ==
Rêz 16:
=== Çîna pîgmentî ===
 
Çîna pîgmentî di binê çîna [[Koroyîd|koroyîde]] de cih digire û bi çîna koroyîde ve girêdayî ye. Çîna pîgmentî ji qatek rûkeşexaneyên şeşgoşeyî pêk tê<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>. Ji ber ko xaneyên rûkeş pîgmenta reş a bi navê melanîn lixwe digirin, navê van xaneyan, rûkeşexaneyên pîgmentî ye<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Xaneyên ronahiyewergir ji çîna pîgmentî vîtamîna A (retînal) dabîn dikin<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Tîrojên ronahiyê yên ko ji aliyê ronahiyewergiran ve nehatine mijandin û di hundirê goga çav de belav bûne, ji aliyê çîna pîgmentî ve tên mijandin<ref name="Molecular biology" />.
 
=== Çîna demarî ===