Xaneya qoçekî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnûmaya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
'''Xaneya qoçekî''' (bi îngilîzî: ''cone cell'') corek ji ronahiyewergirên çîna toreya çav e.
 
[[Tore|Toreya çav]] wergirên bînînê lixwe digire ko wekî [[Hestewergir|ronahiyewergir]], an jî wergirên [[Şebenga karomiqnatîsî|karomiqnatîsî]] tên navkirin. Ronahiyewergir du cor in, [[Xaneya çîlkeyî|xaneyên çîlkeyî]] û xaneyên qoçekî. Di [[çavê mirov]] de hejmara xaneyên qoçekî ji ya xaneyên çîlkeyî gellek kêmtir e, loma belavbûna van herdu cor xaneyan a li ser beşên toreyê ne wekhev e<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>
 
Asta derazînkê ya xaneyên qoçekî boy kartêkirên ronahiyê gelek bilind e. Loma xaneyên qoçekî tenê di ronahiya geş de çalak in. Ji ber vê yekê xaneyên qoçekî wekî wergirên bînîna ronahiya geş tên navkirin. Herwisa xaneyên qoçekî berpirsiyar in ji boy bînîna zelal û rengîn<ref name="Human Physiology" />.
Rêz 16:
Rîşalên qoçekî yên beşa navî stûr in. Rîşal ji perdeya sinordar a derveyî, derbasî nav çîna navikî ya derve (bi îngilîzî: ''outer nuclear layer'') dibe. Di nav çîna navikî ya derve de, rîşalên qoçekî, laşê xaneyê pêk tînin. [[Navik|Navika]] xaneya qoçekî di nav laşê xaneyê de cih digire<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
Rîşalên laşê xaneya qoçekî ji çîna navikî ya derve ber bi çîna pleksîform a derve dirêj dibin. Çîna ko ji tora [[demarexane]] û [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] pêk tê, jê re çîna pleksîform (bi îngilîzî: ''plexiform layer'') tê gotin. Li nav çîna pleksîformê de rîşal pêkhateyek werimî ya bi navê kotahiya [[Gehînke|gehînkeyî]] ( bi îngilîzî: ''synaptic terminal'') pêk tînin. Di nav kotahiya gehînkeyî de kîsikokên bi navê çikildanên gehînkeyî hene. Çikildan bi [[Gehînkeya kîmyayî|demareguhêzer]] a bi navê glutamet (bi îngilîzî: ''glutamate'') tijî ne<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
== Corên xaneya qoçekî ==
Ronahiyewergirên çavê mirov çar cor pîgmentên (boyax) ronahiyê lixwe digirin. Pêkhateya hemû pîgmentên ronahiyê dişibin hev. Pîgment ji [[Proteîn|proteîna]] opsîn û molekulek biçûk a bi navê kromofor (bi îngilîzî: ''chromophore'') ko bi opsînê ve girêdayî pêk tên<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA" />. Kromofor molekulên taybet in ji boy mijîna enerjiya ronahiyê. Herwisa heke kromofor corek [[Şebenga karomiqnatîsî|ronahiya bînraw]] nemijîne, tîrojên wê ronahiyê ji molekula kromoforê şewq didin, bi vî awayî kromofor di çavê mirov bi awayekî rengîn xuya dibe. Kromofora xaneyên çîlkeyî û qoçekî retînal e<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>. Ango her du ronehiyewergir heman molekulê, retînalê lixwe digirin. Cudahiya di navbera xaneyên çîlkeyî û qoçekî ji ber cudahiya proteîna opsîn e. Çavê mirov çar cor opsîn lixwe digire. Ji çar cor opsînan, corek di pêkhateya xaneyên çîlkeyî de, ji boy bînîna di ronahiya kiz, sê cor jî ji boy bînîna rengîn, di pêkhateya xaneyên qoçekî de cih digirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Cor û rêza [[Tirşeya amînî|asîdên amînî]] corê opsînan diyar dike <ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Function of photoreceptors [https://www.britannica.com/science/photoreception/Structure-and-function-of-photoreceptors]</ref>. Ji boy opsîn û retînala di xaneyên qoçekî de peyva fotopsîn (bi îngilîzî: ''photopsin'') tê bikaranîn<ref name="medical physiology" />. Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref>. Li mirov û hin meymûnan de hestê bînînê, bi bînîna rengîn a sêrengî (''trichroma''t) rû dide<ref name="VILLEE" />. Bînîna rengîn a li mirov ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê diristkirin. Her yek ji van xaneyan corek ji [[Şebenga karomiqnatîsî|ronahiya bînraw]] dimijîne. Pîgmenta corek ji xaneyên qoçekî herî zêde ronahiya şîn, pîgmenta cora din ronahiya kesk, pîgmenta cora dawî jî herî zêde ronahiya sor dimijîne. Xaneyên qoçekî tên polenkirin li gor cora dirêjiya pêla ronahiya ji aliyê wan ve tên mijandin.
[[Wêne:Color Sensitivity ku.png|thumb|280x280px|Her corek opsîna xaneyên qoçekî mijîna corek ronahiyê ya bi dirêjiya pêla taybet diyar dike.]]
Xaneyên qoçekî yên ko herî zêde ronahiya şîn a dirêjiya pêla wê 420nm (nanometre) dimijînin, wekî qoçekên şîn an jî qoçekên kin (bi îngilîzî: ''S cones'') tên navkirin<ref name="OpenStax, Biology" />.