Xaneya çîlkeyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 9:
== Çalakbûna xaneyên çîlkeyî ==
[[Wêne:1415 Retinal Isomers ku.jpg|thumb|350x350px|Enerjiya ronahiyê ya fotonan rodobsînê hildiweşîne.]]
Di tariyê de opsîn bi retînala cis-11 ve tê girêdan û rodopsîn çê dibe. Gava girêdan rû da îcar molekula GMP( guanozîna yek fosfatî) cogên îyonên li ser parzûna xaneya çîlkeyî ve dike. Iyonên sodyumê dikevîn nav xaneyê. Ev rewş wekî [[Erkê kar|berevajîbûna cemsergiriyêcemsergeriyê]] (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê bi navkirin. Xaneyên çîlkeyî di demên berevajîbûna cemsergiriyêcemsergeriyê de demareguhêzer a bi navê glutamet (bi îngilîzî: ''glutamate'') der dide<ref name="VILLEE" />. Xaneyên çîlkeyî bi xaneyên ducemserî ve bi navbeynkariya [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyê]] girêdayî ne. Glutamet li ser parzûna xaneyên ducemserî de cemsergiriyacemsergeriya hîper (bi îngilîzî: ''hyperpolarization'') ava dike. Bi vê awayê rê li ber demarexaneyan ve tê girtin ko sinyalên bînînê bişînin xaneyên girêk<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Loma mirov di tariyê de tiştek nabîne.
 
Gava çav bi ronahiyê ve rûbirû dimîne, 11-cis-retînal a beşa rodopsînê ji aliyê [[Foton|fotonên]] ronahiyê ve tê guhertin boy all-trans-retînalê. Ev rewş mîheng û şeweyê rodopsînê diguherîne<ref name="Biology">Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).</ref>. Guherîna rodopsînê bandor li ser cogên sodyumê yên li ser parzûna beşa derve ya xaneya çîlkeyî dike, cogên sodyumê tên girtin. Bi vî awayê bargeya elektrîkî ya nav xaneyê û derveyî xaneyê diguhere. Xaneya çîlkeyî dikeve rewşa cemsergiriyecemsergeriye û derdana demareguhêzer (glutamet) tê sekinandin. Bi kêmbûna glutametê, cemsergiriyacemsergeriya xaneya ducemserî hildiweşe. Îcar ji xaneya ducemserî demareguhêzer tê derdan. Xaneyên ducemserî bi xaneyên girêk (xaneyên ganglîon) ve girêdayî ne, loma demareguhêzer li ser xaneyên girêk bandor dike û [[erkê kar]] dide destpêkirin. Sînyalên bînînê tê şandin boy [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejî]]. Herwisa bi guherîna rodopsînê opsîn ji retînalê diqete û bêreng dimîne ev rewş wekî rengbirin (bi înglîzî: ''bleaching'') tê navkirin<ref name="Human Physiology">Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.</ref>. Xaneyên çîlkeyî di dema rengbirinê de bersîva ronahiyê nadin û çalak nabin. All-trans-retînal ên ji opsînê diqetin, an tên enbarkirin an jî tê guhertin boy 11-cis-retînal, paşê boy ji nû ve çêkirina rodopsînê, tê şandin boy xaneyên çîlkeyî. Xaneyên çîlkeyî di tariyê de cardin ji opsîn û 11-cis-retînalê rodopsîn çê dike<ref name="ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA"> ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, rhodopsin [https://www.britannica.com/science/rhodopsin]</ref>.
 
Hestiyariya xaneyên çîlkeyî ji boy ronahiyê gelek zêde ye, bi gelemperî xaneyên çîlkeyî ne li navend lê li derdora navenda toreyê de zêde ne. Xaneyên çîlkeyî ji boy bînîna çêweyî (herdu kêlekên çav) û binîna di ronahiya kiz (lawaz) de tên bikaranîn<ref name="OpenStax, Biology" />. Di mejî de têgihîştina bînîna reş û spî an jî gewr ji aliyê xaneyên çîlkeyî ve tên rêkxistin<ref name="medical physiology">Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.</ref>.