Xaneya çîlkeyî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rûpel bi "thumb|391x391px|Tore navend e ji boy demarexaneyên bînînê. '''Xaneyên çîlkeyî''' (bi îngilîzî: ''rod cells'') corek..." hate çêkirin
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Cross section of retina ku.png|thumb|391x391px|Tore navend e ji boy demarexaneyên bînînê.]]
'''Xaneyên çîlkeyî''' (bi îngilîzî: ''rod cells'') corek ji ronahiyewergirên çavê mirov e.
 
Ronahiya hawirdor di [[korniye]] û [[Hawêneya çav|hawêneyê]] de tê şikestin û tîroj li ser [[Tore|toreyê]] tên tîşkokirin. Çîna toreya çav, jo boy wergirtina ronahiyê, [[Demarexane|demarexaneyên]] taybet, ango ronahiyewergir lixwe digire. Ronahiyewergir [[Hestewergir|hestewergirên]] ji boy hestê bînînê ne. Du cor ronahiyewergir di çîna toreyê de cih digirin. Yek ji wan xaneyên çîlkeyî ne, a din jî xaneyên qoçekî (bi îngilîzî: ''cone cells'') ne. Ev herdu cor hestewergir navên xwe ji şêweyên xwe digirin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
== Pêkhate ==
[[Wêne:Rod&Cone ku.jpg|thumb|left|385x385px|Xaneya çîlkeyî di ronahiya kiz (lawaz) de jî dikare çalakiya xwe bidomîne.]]Di her [[Çavê mirov|çavek mirov]] de ji 100 mîlyonê zêdetir xaneyên çîlkeyî cih digire<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Xaneya çîlkeyî ji du beşên serekî pêk tê, beşa navî û beşa derve. Beşa navî [[Endamok|endamokên]] xaneyê yên wekî [[mîtokondrî]], [[rîbozom]], [[dezgeha Golgî]], [[navik]] hvd lixwe digire. Beşa derve taybet e jiboy wergirtina ronahiyê. Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, [[parzûna xaneyê]] qatên bi şeweyê xeple (dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Rodopsîn corek ji [[Proteîn|proteînên]] heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Rodopsîn ji proteînek bêreng a bi navê opsîn û 11-cis-retînal(11-cis-retînaldehîd) pêk tê. 11-cis retînal pîgment lixwe digire. Retînal ji [[Vîtamîn A|vîtamîna A]] çê dibe.
 
Di her [[Çavê mirov|çavek mirov]] de ji 100 mîlyonê zêdetir xaneyên çîlkeyî cih digire<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Xaneyên çîlkeyî dişibin şivê darê, loma vî navê lê kirine. Xaneya çîlkeyî ji du beşên serekî pêk tê, beşa navî û beşa derve. Beşa navî [[Endamok|endamokên]] xaneyê yên wekî [[mîtokondrî]], [[rîbozom]], [[dezgeha Golgî]], [[navik]] hvd lixwe digire. Beşa derve taybet e ji wergirtina ronahiyê. Beşa derve ya xaneya çîlkeyî de, [[parzûna xaneyê]] qatên bi şeweyê xeple (dîsk) pêk tîne. Bi vî awayê rûyê parzûnê hê firehtir dibe ji boy mijîna ronahiyê. Di nav xepleyan de pîgmenta rodopsîn cih digire<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Rodopsîn corek ji [[Proteîn|proteînên]] heste ye ko boyax (pîgment) lixwe digire û enerjiya ronahiyê vediguherine sinyalên elektrîkê. Rodopsîn ji proteînek bêreng a bi navê opsîn û 11-cis-retînal(11-cis-retînaldehîd) pêk tê. 11-cis retînal pîgment lixwe digire. Retînal ji [[Vîtamîn A|vîtamîna A]] çê dibe.
 
== Çalakbûna xaneyên çîlkeyî ==
[[Wêne:1415 Retinal Isomers ku.jpg|thumb|350x350px|Enerjiya ronahiyê ya fotonan rodobsînê hildiweşîne.]]
[[Wêne:Rod&Cone ku.jpg|thumb|left|385x385px|Xaneya çîlkeyî di ronahiya kiz (lawaz) de jî dikare çalakiya xwe bidomîne.]]
Di tariyê de opsîn bi retînala cis-11 ve tê girêdan û rodopsîn çê dibe. Gava girêdan rû da îcar molekula GMP( guanozîna yek fosfatî) cogên îyonên li ser parzûna xaneya çîlkeyî ve dike. Iyonên sodyumê dikevîn nav xaneyê. Ev rewş wekî [[Erê kar|berevajîbûna cemsergiriyê]] (bi îngilîzî: depolarization) tê bi navkirin. Xaneyên çîlkeyî di demên berevajîbûna cemsergiriyê de demareguhêzer a bi navê glutamet (bi îngilîzî: ''glutamate'') der dide<ref name="VILLEE" />. Xaneyên çîlkeyî bi xaneyên ducemserî ve bi navbeynkariya [[Gehînkeya kîmyayî|gehînkeyê]] girêdayî ne. Glutamet li ser parzûna xaneyên ducemserî de cemsergiriya hîper (bi îngilîzî: ''hyperpolarization'') ava dike. Bi vê awayê rê li ber demarexaneyan ve tê girtin ko sinyalên bînînê bişînin xaneyên girêk<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Loma mirov di tariyê de tiştek nabîne.
 
Line 19 ⟶ 17:
== Nexweşî ==
 
Heke di xaneyên çîlkeyî de bi têra xwe rodopsîn berhem nebe, çalakiya xaneyên çîlkeyî têk diçe. Têkçûna xaneyên çîlkeyî dibe sedema çêbûna nexweşiya şevkoriyê. Bi eslê xwe nexweşiya şevkorî, nexweşiyek bomaweyî (genetîk) ye. Lê kemasiyakêmasiya [[Vîtamîn A|vîtamîna A]] jî dibe sedama çêbûna nexweşiyê. Xaneyên çîlkeyî ji nav [[sîtoplazma]] û xepleyên pîgmentê de vîtamîna A digirin û rodopsîn berhem dikin. Ji ber ko retînal ji vîtamîna A berhem dibe, heke di laşê mirov de bi têra xwe vîtamîna A tune be xaneyên çîlkeyî nikarin rodopsîn berhem bikin loma nexweşiya şevkorî li mirov peyda dibe<ref name="medical physiology" />.
 
== Çavkanî ==