Hawêneya çav: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
Rêz 5:
== Pêkhateya hawêneya çav ==
[[Wêne:Eye anatomy ku.png|thumb|352x352px|Bi zêdekin û kêmkirina qoqizatiya hawêneyê, tîrojên ronahiyê wîsa tên şikestin(tewîn) ko bi awayekî piçûktir û serberjêr(ters), raste rast dikevin ser çîna toreyê]]
Di nav her çavekî mirov de hawêneyek heye. Hawêne li paş [[Korniye|bîbikê]] de cih digire, bi awayekî dardekirî, bi kûlkemasûlkeyên bazneyî ve girêdayî ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref> . Di navbera hawêne û kûlkemasûlkeyên bazneyî de bendikên hilawestiner heye, ango hawêne bi navbeynkariya wan bendikan, bi kûlkemasûlkeyan ve girêdayî ye. Hawêne û [[korniye]] proteînên taybet lixwe digirin, navê van proteînan, krîstalîn e.( bi îngîlîzî: ''crystallin''). Xaneyên hawêneyê ji bilî proteînên krîstalîn, tu [[endamok]] lixwe nagirin<ref name="Human anatomy" /> loma [[xane]] zelal in, tîrojên ronahiyê bi awayekî hêsanî di nav xaneyan de derbas dibe. Herwiha hawêne [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] jî lixwe nagire, xaneyên hawêneyê xurek û oksîjenê ji şileya avî( bi îngilîzî: ''aqueous humor'') digirin<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>. Zelaliya hawêneyê ji ber nebûna lûleyên xwînê û lebatokanendamokan e. Hawêneya çavê mirov bi herdu rûyên xwe qoqiz e (bi îngilîzî: ''convex''), lê rûyê aliyê paşî hê pirtir qoqiz e. Hawêne û tenê kûlkdar, çavê dabeşê du [[Kelênên laşê mirov|kelênan]] dikin. Valahiya di navbera korniye û hawêne wekî kelêna pêşî tê navkirin. Kelêna pêşî bi şileya avî tijî ye. Valahiya pişt hawêneyê jî wekî kelêna paşî tê navkirin kelêna paşî li gor kelêna pêşî xwediyê qebareyek mezintir e û bi şileya şûşeyî(bi latînî: ''vitreous humor'') tijî ye<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Şileya şûşeyî destek dide çîna toreyê û tîrojên ronahiyê ji hawêneyê diguhêzîne ser toreyê. Herwisa şeweyî gogî ya çav jî ji ber hebûna vê şileyê ye<ref name="Human anatomy" />.
 
== Erkê hawêneya çav ==