Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 22:
}}
 
'''Alexander Auguste Jaba''' ({{bi-pl|August Kościesza-Żaba}}), (z. [[1801]] [[Krasław]] − m. [[3'ê rêbendanê]] [[1894]] li [[Îzmîr]]ê) rojhilatnas û [[Kurdolojî|kurdzanekî]] [[polonî]] ye. A. Jaba di warê berhevkirin, wergerandin, amadekirin û weşandina xebatên li ser folklor, ziman, dîrok û çanda kurdî de gelek xebatên curbecur kirine.
 
==Jîyana A. Jaba==
Rêz 31:
Jaba piştî zanîngehê, li nûnertîyên derve yên Rûsyayê wekî wergêr dest bị xebatê dike. Pêşi di sala 1830'yî de li konsolosîya Yafayê ya Rûsyayê ku wê caxe di bin hakimîyeta Osmanîyan de bû, wergêrîya Tirkî (Osmanî)-Rûsî dike. Di dema vê peywira xwe ya Yafayê de bi keça konsolosê Rûs re dizewice<ref>Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, r. 49.</ref> û Xwedê pênc zarok da wan. Navê wan; Thédore, Constantin, Alphonse, Peter û Iosif e. Pey re di sal 1832'yan de dîsa ji bo heman peywirê tê şandin bo Selanikê. Ji ber serkeftinên xwe yên payeberz di sala 1835'an de li serkonsolosîya Izmirê tê peywirdarkirin. Di sala 1848’an de piştî mirina jina xwe ya ewil, bi Elenayê re zewaca xwe ya duyem dike ku keça konsolosê Emerîkayê yê li Selanikê ye.<ref>Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba, r. 49.</ref> Ji vê jinê jî şeş zarokên Jaba çêdibin. Ango Jaba bavê yanzdeh zarokan e, navê zarokên jina duduyan ev in: Marie, Auguste, Jules, Sofhie, Amélie û Wlidimir. Li gor ku ji nameyên Jaba yên şandine Rûsyayê tê fehmkirin Jaba gelekî li ser zarokên xwe helak bûye û ji bo perwerdeya wan gelek caran miracaetî Rûsyayê kiriye da ku ji bo xwendina zarokên wî alîkariya wî bikin.<ref>Celîl, “Avgust Jaba kî bû?” r. 12.</ref>
 
Di heman salê de, di sala 1848'an de li Erziromê wekî konsolos tê peywirdarkirin. Di sala pêncan a vê peywirê de Şerê Qirimê yê di navbera Osmanîyan û Rûsan de dest pê dike û Jaba li enîyên şer ên Rûsyayê tê peywirdarkirin. Ji ber ku Jaba; Agirî, Qers, Erzirom û derdora wê herêmê baş dizane, ji bo wergêrî û rêberîya leşkerên Rûs bike, tê peywirdarkirin.<ref>Qanadê Kurdo, “A. D. Jaba û Rola Wî di Pêşdabirina Kurdzanîyê de", Rîya Teze, Hj. 10, 1973, r. 22</ref> Di sala 1856'an de ku Şerê Qirimê bi dawî dibe, peywira xwe ya konsolosîyê ya li Erziromê heta sala 1866'an didomîne. Di vê peywira xwe de nêzî 15 salan dimîne û heke meriv wan hersê salên di şerê Rûs-Osmaniyan de jî yên di navbera 1853-1856an de hesab bike bi tevahî 18 salan li Kurdistanê bi kurdan re têkildar bûye.<ref>Kurdo, “A. D. Jaba û rola wî di pêştabirina kurdzaniyê de”, r. 2.</ref>
 
Ev peywira konsolosîyê ya li Erziromê, peywira dawîn a Jaba ye û di 65 salîya xwe de teqawîd dibe û li İzmirê bi cî dibe. Jabayê ku heta dawîya emrê xwe li İzmirê dimîne, li gel karê wergêrîyê bi mamostetîya Fransî re û bi lêkolînên zanistî re mijûl dibe. 3'yê Çileya 1894'an di 93 salîya xwe de diçe rehma Xwedê û pêşîyê li Kemerê tê defnkirin lê belê paşê cîyê gora wî tê guhertin û bo Karşıyakayê tê guhastin.<ref>Rohat Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba", Kürt Tarihi, Hj. 11, İstanbul, 2014, r. 49</ref>