Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 29:
Jaba, di sala 1824'an de ket beşa Zimanên Rojhilatî ya li Zanîngeha Vilenskîyê. Le belê, di wan salan de li zanîngehê bi têra xwe mamoste tune bûn û ji ber vêyekê biryar hat dayîn ku Jaba jî tê de șeş xwendekar derbasî zanîngehên Rûsyayê bibin.<ref>Celîlê Celîl, Avgust Jaba Kî bû?, Kurdistan Press, Hj. 75, 1989, r. 12</ref>Bi vî awayî Jaba derbasî Rûsyayê dibe û dikeve beşa Zimanên Rojhilatîya li Akademîya Zanistan a li St. Petersbûrgê û perwerdeya xwe ya li wir di sala 1828'an de kuta dike.
 
Jaba piştî zanîngehê, li nûnertîyên derve yên Rûsyayê wekî wergêr dest bị xebatê dike. Pêşi di sala 1830'yî de li konsolosîya Yafayê ya Rûsyayê ku wê caxe di bin hakimîyeta Osmanîyan de bû, wergêrîya Tirkî (Osmanî)-Rûsî dike. Di dema vê peywira xwe ya Yafayê de bi keça konsolosê Rûs re dizewice<ref>Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, r. 49.</ref> û diXwedê pênc zarok da wan. Navê wan; Thédore, Constantin, Alphonse, Peter û Iosif e. peyPey re di sal 1832'yan de dîsa ji bo heman peywirê tê şandin bo Selanikê. Ji ber serkeftinên xwe yên payeberz di sala 1835'an de li serkonsolosîya Izmirê tê peywirdarkirin. Di sala 1848’an de piştî mirina jina xwe ya ewil, bi Elenayê re zewaca xwe ya duyem dike ku keça konsolosê Emerîkayê yê li Selanikê ye.<ref>Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba, r. 49.</ref> Ji vê jinê jî şeş zarokên Jaba çêdibin. Ango Jaba bavê yanzdeh zarokan e, navê zarokên jina duduyan ev in: Marie, Auguste, Jules, Sofhie, Amélie û Wlidimir. Li gor ku ji nameyên Jaba yên şandine Rûsyayê tê fehmkirin Jaba gelekî li ser zarokên xwe helak bûye û ji bo perwerdeya wan gelek caran miracaetî Rûsyayê kiriye da ku ji bo xwendina zarokên wî alîkariya wî bikin.<ref>Celîl, “Avgust Jaba kî bû?” r. 12.</ref>
 
Di heman salê de, di sala 1848'an de li Erziromê wekî konsolos tê peywirdarkirin. Di sala pêncan a vê peywirê de Şerê Qirimê yê di navbera Osmanîyan û Rûsan de dest pê dike û Jaba li enîyên şer ên Rûsyayê tê peywirdarkirin. Ji ber ku Jaba; Agirî, Qers, Erzirom û derdora wê herêmê baş dizane, ji bo wergêrî û rêberîya leşkerên Rûs bike, tê peywirdarkirin.<ref>Qanadê Kurdo, “A. D. Jaba û Rola Wî di Pêşdabirina Kurdzanîyê de", Rîya Teze, Hj. 10, 1973, r. 22</ref> Di sala 1856'an de ku Şerê Qirimê bi dawî dibe, peywira xwe ya konsolosîyê ya li Erziromê heta sala 1866'an didomîne. Di vê peywira xwe de nêzî 15 salan dimîne.
Rêz 53:
 
==Derheqê Navên Cuda yên A.Jaba==
Navê Jaba di çavkanîyên cîhê de bi awayên ji hev cîhê derbas dibe. Sedema esas a vê yekê ev e ku Jabayê xwedî nasnameyeke piralî, serê xwe bi ziman, dîrok, çand û edebîyata gelek neteweyan re êşandiye û bi gelek zimanan nivîsîye. Ji ber vê yekê navê Jaba di zimanên neteweyên cuda de bi şêweyên cuda hatiye bilêvkirin. Di çavkanîyên Polonîyan de bi navê August Kosciezsa Zaba, di çavkanîyên Rûsan de bi navê August Dementeviç Jaba, di çavkanîyên Almanan de bi navê August Jaba yan jî Auguste de Jaba derbas dibe. Di hinan de jî tê dîtin ku nav an paşnavê wî bi awayên cuda tê gotin. Paşnavê wî; wekî Saba, Shaba, Yaba, Zhaba, Zaba<ref>Rohat Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba”, Kürt Tarihi, j. 11, İstanbul, 2014, r. 49.</ref>, Caba<ref>Mela Mahmut Beyazîdî, Adetên Kurdîstan, “Ji pêşgotina Rudenkoyê” wer. Delîlo Îzolî, Holland, Tarîx tune, r. 1-2.</ref> derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan.<ref>Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 29</ref> Lê li gor tesbîta Jan Dost dewleta Rûsyayê bi taybetî navê lêkolînerên biyanî yên ji bo wan dixebitîn li gor zimanê rûsî diguherand û bo mînak jî qala van lêkolîneran dike, navê herdu pisporên alman Peter Lerch li gor rûsî bû Peter Ivanovich Lerch, navê Albrecht Bernhard Dorn bû Boris Andreevich Dorn. Li gor vê usûlê navê August Jabayê polonî jî bûye Alexandre Jaba.<ref>Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, ç. 2., Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2012, r. 202.</ref> Joanna Bocheńska jî di pêşgotina wergera polonî ya kitêba “Cami‘eyê Risaleyan û Hikayetan” de li ser guherîna navê Jaba disekine û dibêje dibe ku navê Jaba bi şaşî ne August lê wekî Aleksander nivîsîne yan jî ev nav li wan xerîb hatiye loma guherandine û tiştên nêzî vê dibêje.<ref>Joanna Bocheńska, “Zbiór uwag i opowieści kurdyjskich - Przedmowa do wydania polskiego-”, Fritillaria Kurdica, j. 9, Kraków, 2015, r. 9.</ref>
derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan.<ref>Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 29</ref>
 
==Oryantalîzm û A.Jaba==