Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 25:
 
==Jîyana A. Jaba==
Jîyana Aleksandre Jaba, wekî kurê Domînîk Jaba û Anna Holovîanka di sala 1801'ê de li Kraslawê<ref>Avgust Jaba kî bû?” Kurdistan Press, j. 75, 1989, r. 12.</ref> ji dayik bû. Jaba, ji binemaleke esîl a Polonî ye û ev malbat bi koka xwe ji bajarê Poleckê ye. Hin çavkanî jî dîyar dikin ku ev malbata xwedî feraseteke Katolîkî a tund bi eslê xwe Cihû ye.<ref>Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.</ref>
 
Jaba, di sala 1824'an de ket beşa Zimanên Rojhilatî ya li Zanîngeha Vilenskîyê. Le belê, di wan salan de li zanîngehê bi têra xwe mamoste tune bûn û ji ber vêyekê biryar hat dayîn ku Jaba jî tê de șeş xwendekar derbasî zanîngehên Rûsyayê bibin.<ref>Celîlê Celîl, Avgust Jaba Kî bû?, Kurdistan Press, Hj. 75, 1989, r. 12</ref>Bi vî awayî Jaba derbasî Rûsyayê dibe û dikeve beşa Zimanên Rojhilatîya li Akademîya Zanistan a li St. Petersbûrgê û perwerdeya xwe ya li wir di sala 1828'an de kuta dike.