Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 32:
Navê Jaba di çavkanîyên cîhê de bi awayên ji hev cîhê derbas dibe. Sedema esas a vê yekê ev e ku Jabayê xwedî nasnameyeke piralî, serê xwe bi ziman, dîrok, çand û edebîyata gelek neteweyan re êşandiye û bi gelek zimanan nivîsîye. Ji ber vê yekê navê Jaba di zimanên neteweyên cuda de bi şêweyên cuda hatiye bilêvkirin. Di çavkanîyên Polonîyan de bi navê August Kosciezsa Zaba, di çavkanîyên Rûsan de bi navê August Dementeviç Jaba, di çavkanîyên Almanan de bi navê August Jaba yan jî Auguste de Jaba derbas dibe. Di hinan de jî tê dîtin ku nav an paşnavê wî bi awayên cuda tê gotin. Paşnavê wî; wekî Saba, Shaba, Yaba, Zhaba, Zaba, Caba
derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan.<ref>Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 29</ref>
 
==Oryantalism û A.Jaba==
ji Kurdologe ewil Garzoni bigire heta bigihêje Jaba, pêgirê çi dewlet an neteweyê bin jî yan jî bi çi nav û sifetê li erdnigariya Kurdan xebatên Kurdnasiyė kiribin jî, îstîsna ne tê de, van kesan helbet armanc û berjewendiyên neteweyî yan olî dabûn ber xwe û kiryarên xwe gori van armancan dirust kirîbûn. Fikr û ramana ku em li vir diparêzin ew e ku rojhilatnas an bi têgîneke din oryantalistên rojavayî, di warê Kurd û Kurdnasîyê de lêkolînên pir giranbiha derxistine holê, lê çi qasî ku ji bo Kurdan tevkarîyeke nirxbilind be ji, ev hewl ne tenê ji hezkerina neteweya Kurd bû. Dîyarkirin û piştrastkirina vê xalê ne ji bo darazkirina van hewldanên hêja ye, lê divê bi refleksên zanisti ev mesele bê kifşkirin.
 
Jaba jî weki Minorski, Nikîtin, Garzoni û hwd oryantalistek bû. An na em nikarin ew qas xebat, hewldan, handan û berhevkirinên meydani yên ji aliyê Jaba ve hatine kirin, parçeyek ji wezîfeya wi ya balyoztiya Rûsi ya li Erziromê qebûl bikin. '''''An jî em nikarin bibêjin ku hevalbendê wi Bernhard Dorn yê kuxasmavankarê Akademîya Petersbûrgê bû, jê tika kiriye û wî jî ew qas karên ku péwisti bi kedeke mezin heye, pêk anîne.''''' Xala ku li vir divê bi girîngî bê kirpandin ew e ku weki Edward Said jî derbirandiye, divê oryantalizm wekî diyardeyeke çandi a politik bê nirxandin ku ew oryantalizm ne bi qasî ku tê gotin disiplineke saf û pak e. Her wiha divê ev dîsîplîn bi vî rengî jî bê pirsyarkirin.
 
Ji aliyekî din ve, çi Jaba û çi oryantalîstên bîyanî yên din, xebat û lêkolinên xwe bị ci mebest, berfirehî û her bi çi motîvasyonê kiribin jî, di vir de ya ku em giringiyê pê bidin ew e ku oryantalîstên Rojavayî derbarê ziman, çand, edebîyat û diroka Kurdî de xebatên ewilîn bi awayekî rêkûpêk kirine. Di wan serdemên kêmderfetîyê yên Kurdan de agahîyên jêneger gihandine ber destên me. Nayê mandelekirin ku ev xebatên oryantalistên ewil, ji bo lêkolînên Kurdolojîya îroyîn bûne bingeheke xurt û kar û barên me yên zanistî li ser van berheman bilind dibin.<ref>Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Çap. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.</ref>
 
==Nêrînên Polonîyan Derheqe A.Jaba==