Auguste Jaba: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
'''Alexander Auguste Jaba''' ({{bi-pl|August Kościesza-Żaba}}), (z. [[1801]] [[Krasław]] − m. [[3'ê rêbendanê]] [[1894]] li [[Îzmîr]]ê) rojhilatnas û [[Kurdolojî|kurdzanekî]] [[polonî]] ye.
 
==Jîyana A. Jaba==
Alexandere (Auguste) Jaba (1803-1894), di sala 1804'an de li Polonyayê hatiye dinê û bavê wî kesekî gundî yê xwedî milkeki zêde bûye û bi eslê xwe cihû ne. Di sala 1824 an de di wezareta derve dibe werger. Di navbera salên 1824 -1828 de li Zanîngeha Vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê dixwîne. Di sala 1830'yî de, di beşa zimanên rojhilatê de, dibe wergerê zimanê Tirkî. Di sala 1832’yan de bi wezîfe diçe Stenbolê û di sala 1835’an de jî car din li ji aliyê wezareta derve ve li Izmîrê tê wezîfedarkirin. Di sala 1843’yan de, li ser biryara serokatiya meclisa împaratoriyê dibe sekreterê dîwana serokatiyê û di sala 1848 an de jî dibe konsolosê Erziromê. Ev wezîfeya wî heta sala 1869'an dewam dike. Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî dike. Li wir [[Mele Mehmûdê Bazîdî]] nas dike û li ber destê wî Kurdî jî hîn dibe. Ew yek ji wan kesan e ku di sedsala 19'an de, damezirînerê destpêkî yê lêkolîna edebiyata Kurdî bê hesêbkirin. Ev wezîfeya han ji aliyê Akademiya Zanistî ya Bilind a Petersburgê ve jê re tê dayin. Ew jî birek mele û zanayên Kurd li dora xwe berhev dike û bi alikariya wan dest bi berhevkirin, lêkolîn, werger û nivîsandina destnivisên kevn ên Kurdî dike. Mele Mehmûdê Bazîdî, di nav wan meleyan de ê herî zîrek û zana bûye. Piştre jî bi A. Jaba re wekî sekreter û mamosteyê wî kar dike.<ref>Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.</ref>
Jîyana Aleksandre Jaba, wekî kurê Domînîk Jaba û Anna Holovîanka di sala 1801'è de li Kraslawê ji dayik bû. Jaba, ji binemaleke esîl a Polonî ye û ev malbat bi koka xwe ji bajarê Poleckê ye. Hin çavkanî jî dîyar dikin ku ev malbata xwedî feraseteke Katolîkî a tund bi eslê xwe Cihû ye.<ref>Bazîdî, M. M. (2010). Cami'eya Riseleyan û Hikeyetan Bi Zimanê Kurmancî. (Z. Avci, Ed.) Istanbul: Weşanxaneya Lîs.</ref>
 
Jaba, di sala 1824'an de ket beşa Zimanên Rojhilatî ya li Zanîngeha Vilenskîyê. Le belê, di wan salan de li zanîngehê bi têra xwe mamoste tune bûn û ji ber vêyekê biryar hat dayîn ku Jaba jî tê de șeş xwendekar derbasî zanîngehên Rûsyayê bibin.<ref>Celîlê Celîl, Avgust Jaba Kî bû?, Kurdistan Press, Hj. 75, 1989, r. 12</ref>Bi vî awayî Jaba derbasî Rûsyayê dibe û dikeve beşa Zimanên Rojhilatîya li Akademîya Zanistan a li St. Petersbûrgê û perwerdeya xwe ya li wir di sala 1828'an de kuta dike.
A. Jabayî gelek zimanan bi qasî pisporên wan zimanan baş dizanî. A. Jabayê ku bi rûsî, fransî, almanî û tirkî pir baş dizanî, demeka dirêj li herêmên kurdan dimîne û ji Mela Mehmûdê Bazîdîyî, ku di nameyên xwe
yên şexsî da wekî "mamoste" behis kirîye, di asteka berz da hînî kurmancîyê bûye. Asta kurmancîya xwe di nameyeka xwe da ku ji Dornê rojhilatnas ra dişîne, bi vê gotina xwe derdibire:
 
Jaba piştî zanîngehê, li nûnertîyên derve yên Rûsyayê wekî wergêr dest bị xebatê dike. Pêşi di sala 1830'yî de li konsolosîya Yafayê ya Rûsyayê ku wê caxe di bin hakimîyeta Osmanîyan de bû, wergêrîya Tirkî (Osmanî)-Rûsî dike. Di dema vê peywira xwe ya Yafayê de bi keça konsolosê Rûs re dizewice û di pey re di sal 1832'yan de dîsa ji bo heman peywirê tê şandin bo Selanikê. Ji ber serkeftinên xwe yên payeberz di sala 1835'an de li serkonsolosîya Izmirê tê peywirdarkirin. Di sala 1848’an de piştî mirina jina xwe ya ewil, bi Elenayê re zewaca xwe ya duyem dike ku keça konsolosê Emerîkayê yê li Selanikê ye.
:'''''Hingî min kurmancî xwend û gihiştim asteka wisa, êdî dikarim bi Kurmanci bixebitim û dikarim wergêrîyebikim.'''''<ref>Oztirk, M., & Bilbil, M. (2019). Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan (Vol. 1). Stenbol: Weqfa Mezopotamyayê.</ref>
 
Di heman salê de, di sala 1848'an de li Erziromê wekî konsolos tê peywirdarkirin. Di sala pêncan a vê peywirê de Şerê Qirimê yê di navbera Osmanîyan û Rûsan de dest pê dike û Jaba li enîyên şer ên Rûsyayê tê peywirdarkirin. Ji ber ku Jaba; Agirî, Qers, Erzirom û derdora wê herêmê baş dizane, ji bo wergêrî û rêberîya leşkerên Rûs bike, tê peywirdarkirin.<ref>Qanadê Kurdo, “A. D. Jaba û Rola Wî di Pêşdabirina Kurdzanîyê de", Rîya Teze, Hj. 10, 1973, r. 22</ref> Di sala 1856'an de ku Şerê Qirimê bi dawî dibe, peywira xwe ya konsolosîyê ya li Erziromê heta sala 1866'an didomîne. Di vê peywira xwe de nêzî 15 salan dimîne.
Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirin heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bazîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.
 
Ev peywira konsolosîyê ya li Erziromê, peywira dawîn a Jaba ye û di 65 salîya xwe de teqawîd dibe û li İzmirê bi cî dibe. Jabayê ku heta dawîya emrê xwe li İzmirê dimîne, li gel karê wergêrîyê bi mamostetîya Fransî re û bi lêkolînên zanistî re mijûl dibe. 3'yê Çileya 1894'an di 93 salîya xwe de diçe rehma Xwedê û pêşîyê li Kemerê tê defnkirin lê belê paşê cîyê gora wî tê guhertin û bo Karşıyakayê tê guhastin.<ref>Rohat Alakom, “Bir İzmir Levanteni Auguste Jaba", Kürt Tarihi, Hj. 11, İstanbul, 2014, r. 49</ref>
 
Yek ji taybetmendiyên balkêş ên Jaba ew e ku; wî gelek ziman bi qasî pisporên wan zimanan baş dizanî. Jabayê ku bi Rûsî, Fransî, Almanî û Tirkî pir baş dizanî, salên her du peywirên konsolosîyê yên li Erziromê û sê salên peywira Şerê Qirimê tê de bi giştî 18 salan li bajarên Rojhilatê dimîne. Jabayê ku demeke dirêj
li vê herêmê dimîne, ji Mela Mehmûdê Bazîdî, ku di nameyên xwe yên şexsî dade wekî "mamoste“mamoste" behisbangî kirîyewî kiriye, dibi astekaasta berz da hînî kurmancîyêKurmancî bûye. Asta kurmancîyaKurmancîya xwe di nameyekanameyeke xwe dade ku ji Dornê rojhilatnas rare dişîne, bi vê gotina xwe derdibire:
:''Hingî min Kurmancî xwend û gihîştim asteke werê, êdî dikarim bi Kurmancî bixebitim û dikarim wergêrîyê bikim.''<ref>Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Çap. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.</ref>
 
==Hevnasina A.Jaba bi Mele Mehmûdê Bazîdî re==
 
Jaba ku di navbera salên 1848-1866'an de li Erziromê Konsolosîya Rûsyayê kiriye, bi Mela Mehmûdê Bazîdî re li ser ziman, çand û edebîyata Kurdî xebatên hevpar kirine. Mela Mehmûdê Bazîdî ku ji Bazîda vê serdemê ye û li medreseyên herêmê perwerde bûye, di warên ziman, çand û edebîyata Kurdî de yek ji kesayetên girîng tê qebûlkirin. Bazîdîyê zana û xwedî kesayetîyeke piralî, di gelek warên çanda Kurdî de xebatên hêja kirine û piranîya van xebatên xwe jî piştî ku Jaba dinase, derxistine holê.
 
Dema ku Bazîdî di Medreseya Xanî de mamostetî dikir, di sala 1855'an de Şerê Rûs û Osmanîyan dest pê kir û ji ber vê yekê Bazîdî koçi Erziromê dike. Bazidîyê ku wêrankirina vê dagirkerîyê tecrûbe dike, ji ber vê dagirkerîyê birayê xwe dispêre axê. Rewşa lawê wî yê ku alîkarîya aborî li Bazidî dike jî xera dibe û ji ber van sedeman Bazîdî bi temamî dikeve rewşeke zor û zehmet. Bazîdîyê ku li Erziromê neçar û belengaz dimîne û hazirîya vegera li Bazîdê dike, rêya wî û ya Konsolosê Rûs ê li Erziromê Aleksandre Jaba pev dikeve. Ji xwe berê jî ji alîyê Namzetê Akademîya Zanistan a Petersbûrgê û hevalê wi Bernhard Dorn (1805-
1881) ve jê hatiye xwestin ku derheqê Kurdên wê herêmê de hin lêkolînan bike. Axirî, pêdivîya Jaba bi mamosteyeki, rêberekî hebû ku bikare derheqê Kurdan de lêkolînan bike û pêdivîya Bazîdî jî ji bo zanist û aborîyê bi aligirekî hebû. Lewma ev her du kes ji bo xebatên xwe hatine cem hev.<ref>Amir Hasanpour, Kürdistan'da Milliyetçilik ve Dil 1918-1985, (Wer.: İbrahim Bingöl, Cemil Gündoğan), Avesta Yayınları, İstanbul, 2005, r. 161, 162</ref>
 
Armanca Jaba ew bû ku; ji Bazîdî hînî Kurdî bibe, nusxeyekê ji berhemên li cem wî bigire û berhemên folklora gel a dewlemend berhev bike. Jaba, paşê ji bo arşîvek çê bibe dê ev bişandana St. Petersbûrgê. Bi vî awayî Bazidî dibe mamoste,rêzan û alîgirekî Jaba. Piştî hevkarîya nêzî deh salan, gelek berhemên devkî û nivîskî yên derheqê ziman, çand û edebîyata Kurdî de tên berhevkirin û ji bo Akademîya Zanistan a St. Petersbûrgê tê şandin û bi navê Koleksîyona Aleksandre Jaba tê tomarkirin. Her wiha, ev berhemên ku piranîya wan ji pirtûkxaneya Bazîdî derketine û qismekî wan jî bi destnivîsa Bazîdî ne, bingeha xebatên Kurdolojîyê yên li Rûsyayê çê kiriye.
 
Piranîya vê koleksîyona bi navê Koleksîyona Aleksandre Jaba ku 54 dosyayên curbicur pêk tê, ji pirtûkxaneya şexsî ya Bazîdî derketine yan jî bi destnivîsên wî hatine îstinxeskirin, ev yek ji hêla nîşandana çawanîya hevkarîya van her du kesan hêja ye. Li gel vê yekê, ev koleksîyon; di warê çand, dîrok, ziman û edebîyata Kurdî de nusxeyên herî kevn û hêja yên xebatên klasîk û berhevkarîyê dihewîne û ev yek jî vê koleksîyonê zêdetir qîmetdar dike.
 
Li ser adet çîrok û wêjeya kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirin heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna zanayê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bazîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.
 
==Derheqê Navên Cuda yên A.Jaba==
Navê Jaba di çavkanîyên cîhê de bi awayên ji hev cîhê derbas dibe. Sedema esas a vê yekê ev e ku Jabayê xwedî nasnameyeke piralî, serê xwe bi ziman, dîrok, çand û edebîyata gelek neteweyan re êşandiye û bi gelek zimanan nivîsîye. Ji ber vê yekê navê Jaba di zimanên neteweyên cuda de bi şêweyên cuda hatiye bilêvkirin. Di çavkanîyên Polonîyan de bi navê August Kosciezsa Zaba, di çavkanîyên Rûsan de bi navê August Dementeviç Jaba, di çavkanîyên Almanan de bi navê August Jaba yan jî Auguste de Jaba derbas dibe. Di hinan de jî tê dîtin ku nav an paşnavê wî bi awayên cuda tê gotin. Paşnavê wî; wekî Saba, Shaba, Yaba, Zhaba, Zaba, Caba
derbas dibe û navề wi jî wekî Aleksandre, Anthony û İskender ketiye belgeyan.<ref>Murat Çelik, 'Adat û Rusûmatnameê Tewayîfè Ekradìye, Mela Mehmûdê Bazîdî (Metn û Lêkolîn), Teza Mastirê ya Neçapbûyî, Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Mêrdîn, 2015, r. 29</ref>
 
==Nêrînên Polonîyan Derheqe A.Jaba==
Li gel vê yekê, em dibînin ku Jabayê Polonî berhemên xwe bi zimanê xwe nenivîsîne, bi piranî zimanê Rûsî û Fransî tercîh kiriye. Tê zanîn ku ev helwesta Jaba ji alîyê welatîyên wî ve hatiye rexnekirin. Heta, astên van rexneyan gihîştiye wê yekê ku hin welatîyan wî yên Polonî ew weki kesayetekî xerab û zîyandar daye naskirin. Bochenskaya Polonî di hevpeyvineke xwe de li ser vê mijarê ev tişt gotine:
 
:Aleksander Żaba/an jî Jaba (żaba bi Polonî maneya beq e) bi rastî Kurdnasekî Polonî bû. Tenê li welatê min ku di dawîyê da serbixwe bûye bibîranîna mirovên wûsa ne tiştekî pir bi nirx e. Yanî rojhilatnas vê dizanin, lê ji bilî wan ev ji bo tu kesî ne balkêş e. Jaba di dema koledarîya me de a ji alîyê Rûsan bûbû karmend û diplomatê Rûsî. Yanî berî her tiştî karîyereke xwe didomand û ji welatê xwe û problemên wî bi dûr ketîbû. Ji bo mirovên wûsa digotin "xayin" û hez ji bibîranîna wan nakin. Lê ez hez dikim. Ji ber ku jîyana mirovî tu car ne yekalî ye. Serpêhatî û jîyana Jaba û van lêkolînên wî belkû dikarin alîyekî din ê vî mirovî nîşan bidin. Dibe kû guhdana wî ji Kurdan re ji ber rewşa welat û xelkê xwe jî derketîye holê? Kî dizane? Ev babeteke pir balkêş e û belkû em îro bi hev ra dikarin jîyana wî bi dîmenekî din bibînin. Tenê mixabin ez nikarim tekstên wî bixwînim ji ber ku Fransî nizanim û ne bi Polonî, ne bi Kurdî jî ev nivîsar hene ...<ref>Jan Dost, "Heypeyvîn bi Kurdnasa Polonî Dr. Joanna BOCHENSKA re", www.kobaniKurd.com, (Djî: 02. 08.2017)</ref>
 
== Binere jî ==