Vladimir Nabokov: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Tarih (gotûbêj | beşdarî)
+image #WPWPTR #WPWP
Rêz 1:
[[File:Vladimir_Nabokov_1973.jpg|thumbnail|right|200px|Vladimir Nabokov (1973)]]
'''Vladimir Nabokov''' di sala 1889an de li [[Sankt Petersburg]]ê di malbateke aristokrat de hatiye dinyayê. Navê diya wî Yelena İvanovna xwediyê perwerdehiyeke baş bûye, navê bavê wî Vladimir Dmitriyeviç ew jî mirovekî entelektuel û parêzer bûye. Ji bo ku ji aliyê aboriyê de rewşa malbata wî baş bûye perwerdehiyên taybet ditiye. Hêj piçûktiyê de hînê zimanê îngilîzî bûye. Dema ku şoreş çêdibe û Bolşevîk têne iqtidarê di sala 1919an de bi malbatî koçê Londrayê dibin. Perwerdehiya xwe li zaningeha Cambridge û li Trinty college de diqedine. Di her du cihan de jî bi avayekî serkeftî mezûn dibe. 1922an de diçe Berlînê û demeke dirêj li Berlînê dimîne. Di sala 1926an de romana xwe yî yekemîn Mashenka diweşine. 1938an de ji pêşingiya Naziyan direve pêşî diçe Parîsê paşê di sala 1940an de jî koçê ABDyê dibe. Di navbera 1923-1940an de bi zimanê xwe yê zikmakî roman, çîrok, helbest û şano dinivîse. Di serdema xwe de di nav nivîskarên sirgûnî ya Rusî de dibe nivîskarekî navdar. Di navbera salên 1941-1948an de li Wellesley college de ders dide. 1943an de li ser Gogol lêkolinekî dike. Nabakov ji xeynê edebiyatê bi entolomojiyê re jî têkildar e. Ji bo mijara entomolojiye ji zaningeha Harwardê burs standiye. Dema ku bi romana xwe yê Lolita serkeftî bû û roman li hemû cihanê belaw bû ji zaningeha Cornellê li ser edebiyata Rusî di asta profesortiyê de teqewêt dibe. Nabokov nivîskarekî li dijê Dostoyevskî tê nasîn. Di sala 1977an de li Montroyê diçe dilovaniya Xwedê. Ji xeynê nivîskariyê bi kom kirina perperokan û bi santrancê re jî têkildar e.
Kesayeta wî ya nivîskî: Nabokov nivîskarekî sirgûnî ye. Di berhemên xwe de welatê xwe, hesreta welatê xwe bi hest û fikrên xwe teswir kiriye. Lêbelê tu carî sirgûntiya xwe acîte nekiriye. Nabokov wiha difikire dibêje ku komînist nehatina iqtidarê jî rewşa min wiha dibûya. Nivîskarên ku komînan sûcdar dibînin jî rexne dike û bê samimiyet dibine. Naxwaze ku berhemên wî bi awayekî acitasyona sirgûnî ve bê nirxandin.