Korniye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Erk û pêkhate ==
 
Du erkên serekî yê korniye heye, parastina [[Çavê mirov|çav]] û tîşkokirin (bi îngilîzî:''focusing'') û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ji du çînên [[rûkeşeşane]] pêk tê. Di navbera herdu çînan de rîşalên kolojen ( bi îngilîzî: ''collagen fibers'') wek navberemade cih digire<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: ''convex''). Ronahî, pêşî di nav korniyeyê de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi [[Tore|torê]] ve were arastekirin<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Di çavê mirov de li du beşan de tîrojên ronahiyê tên tîşkokirin, peşî di korniyeyê de, paşê di [[Hawêne|hawêneyê]] de. Tîşkoya hawêneyê guherbar e, li gor durahiya çavkaniya tîrojên ronahiyê, şeweyî hawêneyê tê guhertin, bi vî awayê pileya tîşkoya hawêneyê jî diguhere. Şêweyî korniyeyê neguherbar e, loma tîşkokirina wê jî sabît e. Korniye bergekî parêzer e. [[Rengîne]], [[bîbik]] û odeya pêşî ji aliyê korniye ve tên dapoşîn û parastin. Tîreya korniye bi asoyî 12mm12 mm, bi stûnî 11mm11 mm eye<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.Di korniyeyê de [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] tune, loma divê ji boy [[Xane|xaneyên]] herdu çînên rûkeşeşaneyê bi awayek alaternatîf [[xurek]] bêne dabînkirin. Ji boy çîna derve, xurek û oksîjen ji hêsîrê çav (rondik) tê bi destxistin. Hêsîrê çav ji aliyê [[Rijên|rijênên]] hêsîrê ve tê berhemkirin û derdan. Di nav odeya pêşî ya çav de şileya avî heye, çîna navî ya rûkeşeşaneya korniyeyê, xurek û oksîjenê ji wê şileyê peyda dike<ref name="Human anatomy" />. Korniye li dij êş, pesto, serma û temasê gellek hestiyar e. Di navenda korniyeyê de hê pirtir [[Hestewergir|êşanewergir]] hene loma ew beş hê zûtir û pirtir diêşe<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
== Çavkanî ==