Korniye: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 6:
== Erk û pêkhate ==
 
Du erkên serekî yê korniye heye, parastina [[Çavê mirov|çav]] û tîşkokirin(bi îngilîzî:''focusing'') û derbaskirina tîrojên ronahiyê ber bi odeya pêşî ya çav. Korniye ji du çînên [[rûkeşeşane]] pêk tê. Di navbera herdu çînan de rîşalên kolojen ( bi îngilîzî: ''collagen fibers'') wek navberemade cih digire<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Korniye ber bi aliyê derveyî çav ve qoqiz e (bi îngilîzî: ''convex''). Ronahî, pêşî di nav korniyêkorniye de derbasî çav dibe. Tîrojên ronahiyê gava di nav korniyêkorniye de derbas dibin piçek ditewin ko tîroj ber bi [[Tore|torê]] ve were arastekirin<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Di çavê mirov de li du başan de tîrojên ronahiyê tên tîşkokirin, peşî di korniyê de, paşê di [[Hawêne|hawênê]] de. Tîşkoya hawênê guherbar e, li gor durahiya çavkaniya tîrojên ronahiyê, şeweyî hawênêhawêneyê tê guhertin, bi vî awayê pileya tîşkoya hawênêhawêneyê jî diguhere. Şêweyî korniyêkorniye neguherbar e, loma tîşkokirina wê jî sabît e. Korniye bergekî parêzer e. [[Rengîne]], [[bîbik]] û odeya peşî ji aliyê korniyê ve tên dapoşîn û parastin. Tîreya korniyê bi asoyî 12mm, bi stûnî 11mm e<ref name="Essentials of Medical Physiology">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>.Di korniye de [[Lûleya xwînê|lûleyên xwînê]] tune, loma divê ji boy [[Xane|xaneyên]] herdu çînên rûkeşeşaneyê bi awayek alaternatîf [[xurek]] bêne dabînkirin. Ji boy çîna derve, xurek û oksîjen ji hêsîrê çav (rondik) tê bi destxistin. Hêsîrê çav ji aliyê [[Rijên|rijênên]] hêsîrê ve tê berhemkirin û derdan. Di nav odeya pêşî ya çav de şileya avî heye, çîna navî ya rûkeşeşaneya korniyêkorniye, xurek û oksîjenê ji wê şileyê peyda dike<ref name="Human anatomy" />. KorniyaKorniye li dij êş, pesto, serma û temasê gellek hestiyar e. Di navenda korniyê de hê pirtir [[Hestewergir|êşanewergir]] hene loma ew beşa korniyêkorniye hê zûtir û pirtir diêşe<ref name="Essentials of Medical Physiology" />.
 
== Çavkanî ==