Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 2:
 
==Avabûn==
Bizûtinewey Îslamî le Kurdistan li sala 1979ê ji aliyê IrfanOsman Elî EbdulezîzEbdûlezîz li [[Helebçe]]yê hate damezrandin. Piştî [[Komkujiya Helebceyê 1988]] tevlî şerê dijî Sedam Huseyn bû û derketin serê çiyayan. Bi awayeke aktîf beşdarî [[Serhildana Ranyayê]] bû. Heta Komkujiya Helebçeyê li dijî Sedam çalakiyên leşkerî nedikirin. Lê komkujiyê tesîreke mezin li tevgerê kir ku çekan hilbigirin. Piştî komkujiyê fetwaya cîhadê dide, hingê serok Osman Ebdûlezîz 66 salî bû.
 
Helebçe girêdayî [[Silêmanî]] bû û YNK li Silêmanî desthilatdar bû. Ji ber vê hevrikî di navbera van herdu hêzan li Helebçeyê hebû. Osman Ebdûlezîzî li sala 1993yê li dijî [[Celal Telebanî]] fetwayek daxuyand ku Celal û piştgirên wî misliman nînin. Li ser vê YNKê li Helebçê dest bi operesyonê kir û endamên Bizutnewey ji Helebçê derxistin û Şêx Osmanê 71 salî jî binçav kir. Lê ji ber navdariya Şêx Osman hate berdan dîsa. Li sala 1994ê PDK û YNK dest bi şerekî dijwar kirin li dijî hev. Ji ber vê fersend hêzên Bizutnewey êrîş bir ser Helebçê û hêzên YNKê ji bajêr hatin derxistin. Heta sala 1998ê desthilata Bizutnewey li Helebçeyê berdewam kir.
 
Li sala 1992yê de beşdarî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bû, %5,1 deng stand lê ji ber benda %7 deng, beşdarî parlemana Kurdistanê nebû.