Content deleted Content added
Rûpel bi "Analîza Pirtûka GURZO Jiyana Nivîskar ya bi devê wî Bi eslê xwe em ji Cizîrê ne û em neviyên Tajdîn ê birê Heso û Çeko û herwiha destbirakê Mem e. D..." hate çêkirin
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
(Cudahî nîne)

Guhartoya 07:03, 11 tebax 2020

Analîza Pirtûka GURZO

Jiyana Nivîskar ya bi devê wî

Bi eslê xwe em ji Cizîrê ne û em neviyên Tajdîn ê birê Heso û Çeko û herwiha destbirakê Mem e. Di dema êrişên Sefawiyan de, pêşiyên me berê xwe didin rojavayê Mêrdînê û tê di gundê Banqîrê yê di navbera Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrix de bi cîh dibin. Her çiqas gundê me Banqîr be jî, bavê min meletiya gundê Dêra Metînan dike û ez di sala 1973an li gumdê Dêra Metîna ji diya xwe dibim. Navê bavê min Mele Dawid û navê diya min jî Remziye ye. Ez di sala 2004an de li Alanya zewicîm. Law û qîzeke min heye. Navê hevjîna min Kurdîstan e. Navê kurê min Yufuf e û navê qîza min jî Bêrîtan e. Niha ez di Stêrk Tv de bernameya bi navê Dîroka Veşartî çêdikim. Herwiha her ji du heftan carekê gotarên min di rojnameya Xwebûnê de derdiçe.

Slav û hezkirin Egît Yazar

Jiyana Nivîskar ( 1973=... )

Agît Yazar , di sala 1973an de li Mêrdînê hatiye dibê. Dibistan nexwendiye. Zaroktiya xwe li gund derbas kiriye. Di zaroktiya xwe de dema li ber berxan bûye, pênûsekî li erdê dibîne û bi wê pênûsê li ser naylonê kulavê xwe dinivîse û bi wî awayî hînî nivîsandinê dibe. Dı destpêka salên 90î de tev li xebatên şoreşê dibe. Di sala 1998an de dibe nûnerê rojnameya Azadiya Welat ya Çukurovayê. Di pêşbaziya Newroza sala 2002an de , çîroka wî ya bi navê Kevoka Hezarbaskî xelata yekemîn werdigire. Di pêşbaziya Huseyîn Çelebî ya di sala 2008=2009an dê jî çîroka wî ya bi navê Teyrikên Yezdan , xelata sêyemin werdigire.

Derheqê Pirtûka GURZO

Ev romaneke gelek taybet e. Lewra karekterê sereke yê romanê ajalek e. Di jiyan û tevgera vî karekterî de, ew êşa sotin û wêrankirina gund û xwezayê, ew êş û koteka bêwîjdan pir baş li ber çavan hatiye raxistin; li gel vê aliyê xwerû, vegotina wê jî gelek taybet e, herikbar e, xwîner dikişîne û dibe.

Mijara Pirtúkê

Nivîskar di pirtúkê de erd û xwezaya kurdan çawa bi destê dijmin tê wêran û hilweşîn bi bûyerê Kuçikekî dide ber çavê xwendewanan.

Romanê de Dem Nivîskar di pirtûkê de sal diyar nekiriye. Lê belê di pirtúkê de demsal diyar e. Di rûpela 67an de teyrika pepûkê derbas dibe. Li wir de mirov dikare bêje ew teyrik di navbera demsala bihar û havînê de derdike li ser dikê û her wiha di pirtúkê de cewrikiya Gurzo heta mirina gurzo de sal bi sal xuya dike.

Romanê de Cih Nivîskar di romanê de Cih li kurdistan û çiyayê kurdistan dide nîşanê xwendewanên xwe. Mekan hem li gund û hem jî lı derdorê gund , li çiya û newalan derbas dibe . Em bi qurtasî dikarin bibêjin mekan vekiriye.

Vebêjer Romanê de vebêjer kesa sêyem e. Tiştê ku serê gurzo de derbas bûye wekî çavdêrekî dide nîşanê me. Mînak ; Gurzo dîsa li dora pez doş dibû û fireh fireh bênder digerand.

Hêmanên Folkrolîk Gotinên pêşiyan

Lehengên Romanê

Gurzo: Serlehengê romanê ye. Tiştê ku di nava romanê de diqewime di derdorê Gurzo de diçe û tê Şivanê Kal: Ev qarakter li gurzo perwerde dike û bi şîret û pêndê xwe heta dawiyê jî hîşê gurzo de ye. Serbaz (Serbazê Daşakçi): Wêrankirin û hilweşinê de hosta ye. Erd û xwezaya kurdistanê ew dişewitîne. Xelefê Qesab: Ev qarakter xaîn û hevkar e. Kurd e, lê belê bi dijmînê kurdan re kar dike. Reyîs (Bavgur): Kuçikê serbaz e. Serbaz bi alikariya wî îşkence dike û kuçikê din bi wî dide xeniqandin. Cengo: Dema ku gurzo cewrik e li wî ji zilamê simbêlpejik dixwaze û bi wî awayî li Gurzo dide Şivanê Kal. Zilamê Simbêlpejik: Xwediyê Gurzo, bavê gurzo û dayîka gurzo ye. Kumeta Kabreş; Hespê cengo Reqso: Kuçikê Şivanê Kal e.

Kurte

Bûyer li kurdistanê destpê dike. Gurzo serlehengê pirtúkê ye. Roman destpêkê de bi leyza sê cewrikan destpê dike. Dê û bavê her sê cewrikan li ba wan in. Dê û bavê wan wekî çavê xwe haja wan hene. Perwerdahî didin cewrikê xwe û bi awayekî li wan mezin dikin. Xweyê wan libek bi navê simbêlpejik e. Rojekî xwrdiyê wan ê simbêlpejik bi xwe re zilamê tîne. Mebesta wî zilamê ew e ku xwişk û birayê gurzo ji xwe re bibe. Ew roj diya wan tebabekî li ber xwe dide. Lê belê tu encam hilnagire. Bi wî awayî Gurzo ji xwişk û birayê xwe diqete , dimîne tenê. Di wî rewşê de dè û bavê gurzo hemû mêla xwe dabûne ser gurzo. Gurzo jî mêla wan bê bersiv nehîştibû roj bi roj ser xwe ve dihata.
   Cihê ku gurzo dijîya cihekî çiyayî , asê û kendal bû. Mirovê ku li wir dijîn serhilder bûn. Tu serdestiyê qebûl nedikirin. Hemû çekê ciwanê wî welatê hebûn. Cihê ku ew welatî dijîn di navbera dü welatan bû. Ew her du welat jî dixwestin li wî welatê hukumranî bikin lê belê nedikarîna bi welatê çiyayiyan bi dest bixin. Rojekî bi kesekî bi navê cengo xwest çekekî nu ji xwe re bistîne. Suwarê hespê xwe bû û çu cihê ku çek difroşin. Li wir çekekî eciband û vegeriya ku biçe mala xwe lê di rê de du kuçik û cewrikekî rêya wî girtin . Ew her du kuçik li cengo ser hespê wî ya kumeta kabreş anîn xwarê. Di wî rewşê de xweyî wan kuçikan hat û li cengo xilas kir. Xweyê wan kuçikan bi rêzdarî lêborîna xwe ji cengo xwest û li cengo xiste mevanê xwe. Dema bû sibe cengo ji simbêlpejik cewrika wî xwest û simbêlpejik jî bê dikî vî qebûl kir. Ji cengo re got ku navê wî cewrikê jî “ Gurzo” ye. Cengo li gurzo xiste qefesekî û berê xwe da çiyayê asê.
   Cengo li gurzo dide ber destê Şivanê Kal. Ber destê Şivanê kal kuçikekî bi navê Reqso jî hebû. Şivanê Kal li wan her du yan jî bi bilúrê perwerde dikir. Şivanê Kal li Gurzo bi bilûrê hem êrîş û hem jî parêzî bi hostahî perwerde kiribû . Gurzo jî wî perwerdê baş hîn bibû. Mêla Şivanê Kal li ser gurzo bû. Reqso jî vî baş dizaniya ji ber vê yekê jî hesûdî dikir. Lê belê gurzo baş perwerde bibû. Dem hat ku çuyina Şivanê kal hat. Şivanê Kal rabû ku biçe, gurzo du dilî bû. Dixwest bi Şivanê Kal re biçe lê gurzo kuçikê pezan bû. Şivan çu û gurzo bi pezan re ma. 
 Li wî welatê her der dihata şewitandin . Dijmîn hatibû xezebê çi dihat beriya wî hildiweşand û dişewitand. Hemû heywan dihatana kuştin û şewitandin. Di wê rewşê de mirovekî keysperest jî diketa nava wan gundan bi erzanî heywanê gundiyan ji wan distanda. Ew mirova keysperest navê wî xelefê qesap bû. Xelefê qesap mirovekî dekzan û dilreş bû. Rojekî hat ba xweyê gurzo hemû heywanê xweyê gurzo bi erzanî jê stand. Koma heywanan da beriya xwe û çû. Gurzo jî da pê xelefê qesap û ew jî çû. Xelefê qesap  çiya bi çiya çû. Hat gihîşt nav rastekî . Li wir mirovan hat gelek heywanan ji xelefê qesap sitandin. Kêm heywan man li ba xelef. Xelef disa kete ber meşê disa çû . Hat gihîşt ber qereqolekî. Li wir serbazekî li xelef péşwazî kir. Beriyê beranekî ji xwe re bijart û piştre ji xelef re got tu dê serê heywanê pere bidî min. Ji ber ku ev heywan tu bi saya min bi erzanî distînî. Serbaz dibêje xelef eger ku ez li van deran wêran nekim tu dê çawa wiha erzanî van heywanan bistînî. Dibêje xelef peyamana min û te heye. Li vir mirov dikare bibêje xelef mirovekî hevkar e Di wê rayeyê de kuçikê serbaz ya bi navê “reyîs" guhê xwe mîç dike. Bi xwesteka serbaz reyîs êrîşê beranekî dike. Li wir beranê dixe erdê di wê demê de gurzo dibîne li xwe bi bayêkî zu ser reyîs dide . Li reyîs digijgijîne , tivinga serbaz destê serbaz de ye. Serbaz nişan digire berdide li guhê gurzo dikeve. Dema gule li guhê gurzo ket gurzo berê xwe da serbaz li xwe avêt ser serbaz. Di nava wî rewşê de li aliyê qereqolê dengê çekan hat û serbaz li xwe avêt aliyê qereqolê. Gurzo û xelefê qesap jî bi zorî gihîştin kériyê. 
   Xelefê qesap li xwe berda aliyê newalan . Heywanan hemû firot û gurzo  bi tena serê xwe ma. Li wir diviya gurzo biryarekî bide. An dê bibe kuçikê kolanan an jî dê biçe serê çiyayan heta ji xwe re xwediyekî dît. Gurzo biryara xwe dide û diçe serê çiyayan. Li serê çiyayan rastê şervanên kurd dibe. Şervan nan didine gurzo . Gurzo jî bi rêzdarî silav dide wan. 
   Li aliyê din serbaz bêhnteng e. Ji ber ku gurzo li reyîs xistiye wî rewşê de. Gaziyê xelef dike û dibêjê ji te re sê roj múhlet, te wî kuçikê anî anî eger na wî demê tu dê li xwe bibînî. Xelefê qesap her roj kuçikekî ji serbaz re tîne lê belê ew kuçik ne gurzo ne. Serbaz li wan kuçikan bi reyîs dide xeniqandin. Serbaz çevsorî dibe, çi dike dîsa jî bêhna wî fireh nabe. Kuçikekî ji reyîs re mirovekî ji xwe re bi darê ve girê dide . Ew her du bi hev re ji wan re îşkence dikin dîsa jî bêhna wî fireh nabe. 
  Rojekî serbaz, kuçika wî û tima xwe ya bijartî bi cilên xwe ya réş diçin ku çiya û newalê kurdan bişewitînin. Bi hesteyê xwe her derê dişewitînin. Agir, toz û dûman radibe hewa. Gurzo jî lı serê çiya çi diqewime dibîne. Baş dibîne ku kesê li wir dişewitînin bi cilên reş in û di nava wan de jî kuçikek heye. Gurzo dimîne hêviya kuçikê ku bê aliyê rojhilatê çem. Di wê demê de reyîs tê . Gurzo êrîşê reyîs dike. Gurzo li reyîs dixe erdê lê digijgijîne. Serbaz dibîne ku rewşa reyîs xirab e. Guleyekî berdide gurzo. Gule li pişta gurzo dikeve lê gurzo disa jî ber xwe dide. Geh gurzo li reyîs geh reyîs li gurzo pêş dixe .Lê belê ji ber ku gurzo gule xwariye rewşa gurzo baş nîne. Di wê radeyê de li ser girê rojhilatê dengê tivinkekî dûravêj tê . Gule tê nava eniya serbaz dikeve û serbaz li wir dikeve nav çem û dimire

Nîşe : Nivîskar bi zaneyî romanê neqedandiye. Ji ber vê yekê jî roman vî derê diqede.

                                                                   Ferhat Topbaş