Kurdên cihû: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 29:
 
== Dîrok ==
{{Wêne|File:Kurdish-jews-1930s.jpg}}
Li gorî dukarên wan, piştî ku Dewleta Bakur a Îsraîlê di 8emîn sedsala berî Îsa ji aliyê Emperatoriya Asûriyan ve hate vegirtin cihûyên pêşîn di herêma ku îro wek Kurdistan tê nasîn xwe bi cih kirine.<ref>Encyclopedia Judaica: Roth C s. 1296-1299 (Keter: Jerusalem 1972).</ref> Di 1emîn sedsala piştî Îsa dewleta [[Adiabene]], ku paytaxta wê Hewlêr bû, cihûtiyê wek ola fermî sepand. <ref>[[Encyclopaedia Judaica]]: Artikel "Irbil/Arbil"</ref> Li gorî raporên, ku di 12emîn sedsalê de ji aliyê rêwiyên cihû [[Bunyaminê Tûdela]] û [[Petaxyah ben Jakob ha-Laban]] hatine nivêsandin, di wê demê de nêzî 100 warên cihû hebûn. Bunyaminê Tudela behsa serokekî bi navê Dawûdê Alroyi dike û dinivêse ku wî serhildaneke li hemberî şahê farisî cêkiriye da ku Kurdên cihû vegerîne Qudsê. Herwiha, li gorî raporên her du rêwiyan navenda aborî û olî Mûsil bûye. Wekî din, piştî rêwîtiya Xirîstiyanan gelek cihû xwe li Kurdistanê û Babilê bi cih kirine. Di wê demê de cihûyên Mûsilê serbixwe bûne.<ref>Ora Schwartz-Be'eri: ''The Jews of Kurdistan: Daily Life, Customs, Arts and Crafts'', UPNE publishers, 2000, ISBN 9652782386, page 26</ref>