Guh: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Hê pirtir zanyarî, çavkanî û wêneyên kurdîkirî li gotarê hat zêdekirin.
Rêz 3:
 
=== Guhê derve ===
{{Gotara bingehîn|Guhê derve}}[[Wêne:Pêkhateya guhê mirov ku.jpg|thumb|355x355px|Guhê mirov ji sê beşên serkî, guhê derve, guhê naverast û guhê navî pêk tê]]
Guhê derve ji perrê guh û coga bihîstinê (coga guh) pêk tê. Karê serekî yê guhe derve, wergirtina dengan e. Perrên guh pêkhateyên [[Kirkirag|kirkiragî]] ne, rûyê wan biçal û mirtik e. Kevaneyên li ser perrên guh dişibe tîpa C yê, pêlên dengê yên ji hawirdorê, ber bi coga bihîstinê bi alîkariya van kevanan tê arastekirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Coga bihîstinê ji perrê guh dirêjî perdeya guh dibe. Dirêjiya coga guhê (coga bihîstinê) bi qasî 2,5 cm e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Perdeya guh, guhê derve ji guhê naverast cuda dike. Perdeya guh bi şêweyî hêlkeyî ye û ber bi aliyê guhê naverast ve piçek qoqiz e. Deng û hewaya nav coga bihîstinê, li ser perdya guh zext dikin û perdeya guh dilerizînin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company</ref>.
 
=== Guhê naverast ===
{{Gotara bingehîn|Guhê naverast}}
Guhê naverast bi eslê xwe [[Kelênên laşê mirov|kelên]] e di navbera [[perdeya guh]] <ref name="KURMANCÎ3">KURMANCÎ, rojnameya taybetî ya enstîtuya kurdî ya Parîsê .Hejmar 3.</ref>û lûlpeçê de. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê.
 
Line 12 ⟶ 13:
 
=== Guhê navî ===
{{Gotara bingehîn|Guhê navî}}
Guhê navî endamên bihîstinê û hevsengiyê lixwe digire. Guhê navî, ji sê beşên serekî pêk tê<ref name="Anatomy and physiology" />,
 
Line 23 ⟶ 25:
 
== Bihîstin ==
{{Gotara bingehîn|Bihîstin}}
Bi navbeynkariya [[guh]], veguherandina pêla dengê boy demareragihandinê wekî bihîstin tê navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>.
 
Line 44 ⟶ 47:
 
== Hevsengî ==
{{Gotara bingehîn|Hevsengî}}
Li gel erkê nasîna dengan, parastina hevsengiya laş jî bi alîkariya [[guhê navî]] pêk tê. Bi alîkariya hestê hevsengiyê, mirov dikare li ser lingê xwe bisekine û li erdê nekeve. Ango hestê hevsengiyê laşê mirov ji xeteriyê diparêze, karên rojenê yê mirov hêsantir dike. Hevsengiya laş bi hevkariya [[mejîk]], guhê navî, [[Çavê mirov|çav]] û [[Peykeremasûlke|masûlkeyên peykerê]] tê parastin<ref name="Concepts and Applications">Starr, C. (2007). Biology:concepts and applications (7th ed.). Boston, MA: Cengage Learning.</ref>. Di guhê navî de pênc pêkhate berpirsiyar in ji boy dabînkirin û parastina hevsengiya laş, evana sê cogên kevanî û du kîsikok in. Di her guhekî mirov de sê cogên kevanî heye. Cogên kevanî pêkhateyên lûleyî ne, li ser dalanê de wisa cih bûne ko di navbera her yekê de goşeya 90 pile heye. Cogên kevanî li gor cihê (pozîsyon) xwe tên navkirin<ref name="Essentials of Medical Physiology2">Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.</ref>. Livîna serî ji aliyê cogên kevanî ve tê hestkirin.