Mele Mehmûdê Bazîdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 31:
 
 
== Jiyana Mele Mehmûdê Bazîdî ==
[[Wêne:Doğubeyazıt Mosque and ruined quarter.jpg|thumb|200px|Mizgefta Bazîdê û taxa weran]]Li ser jiyana Bazîdî agahiyên zêde nînin. Yanî li ku xwend, mamosteyên wî kî bûn, dê û bayê wî, malbata wî. Gera wî ya ji bo zanînê û detayên din ên jiyanê ku mixabin hemû klasîkên me jê bêpar in. Jiyana Bazîdî jî, eger ne agahiyên heval û şagirtê wî [[Auguste Jaba|Alexandre Jaba]] bûya, dê ne ewqasî zelal bûya. Bi her halî gelek lêkolîner dibêjin ku sala jidayikbûna wî di navbera (1797 û 1799) an de ye li bajarê Bazîdê. [[Peter Lerch]] di nivîseke xwe de çêrî nameyeke Jaba dibe ku ji Lerch re di êlûna 1857 an de şandiye. Ew di wê nameyê de dibêje ku, temenê Bazidî 60 sal in! Ev jî dide xuyakirin ku Mele Mehmûd di sala 1797 an ji dayik bûye.<ref>Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Lêkolîner:Jan Dost, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:15</ref> Li gor belegeyeke din jî, Mele Mehmûdê Bazîdî di sala 1863an de çûye li ser dilovaniya xwe.