Hevsengî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 35:
== Rêbaza rêkxistina hevsengiya laş ==
 
Gava mîrov dilive di heman demê de serê mirov jî dilive an jî pozîsyona serî diguhere. Livîana serî dibe sedama livîna şileya endolîmfê ya cogên kevanî, utrîkil û sekulê<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Endolîmf jî mûxaneyan ditewîne. Tewîna mûxaneyan hestewergirên mîkanîkî yên li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna]] mûxaneyan çalak dike û ji boy alûgorkirina iyonan cogên parzûnê ve dike. Alûgorkirina iyonan, erkê kar dide destpêkirin. Ango enerjiya pestoya şileyê ji boy enerjiya elektrîkê tê veguherîn (hesteveguherandin). Bi erkê kar demareragihandin ji mûxaneyan tê guhêztin boy [[Demar|demarên]] hevsengiyê (demarên dalanî). Bi navbeynkariya demarên hevsengiyê demareragihandin digihîje [[Qedê demax|lakşemoxêlakêşemoxê]], ji wir jî tê şandin boy [[Mejîk|mejîkê]]<ref name="Essentials of Medical Physiology" />. Mejîk li gel guhê navî, ji çav, masûlke û gehan jî demareragihandin werdigire. Mejîk hemû ragihandinan rêk dixe, tekûz dike, paşê dişîne [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejî]], [[masûlke]] û [[Geh|gehan]]. Bi vî awayê heke pozisyona laş de guherîn hebe, bi alîkariya masûlke û gehan ji boy pozîsyona nû ya laş hevsengî tê avakarin. Bi rêkxistina hevsengiyê, pozîsyona laş ji boy rewşa nû tê guhertin ko mirov li ser lingan bimîne û nekeve erdê. Her çiqas serê mirov bilive jî çavên mirov dikarin rasterast li xalek sabît binêrin. Bi vî awayê gava pozîsyona laş diguhere, çav hê jî bi awayekî çalak ji derdor agahî digirin<ref name="Anatomy and physiology" />.
 
Heke mirov çavên xwe bigire û li dora xwe 5- 6 caran bizivire, paşê bisekine û çavên xwe veke, gêjayî li mirov peyda dibe, mirov li erdê dikeve, nikare li ser piyan bisekine. Sedema vê rewşê xirabûna hevsengiya laş e. Gava mirov li dora xwe dizivire, wekî hemû beşên laş, cogên kevanî jî bi serê mirov re dizivire. Di nav cogên kevanî de şileya endolîmf heye. Di destpêka zivirînê de ji ber tewdana erdkêşê endolîmf di cihê xwe de dimînê. Ango cogên kevanî dilivin lê endolîmfa nav cogan paşê dilive. Ev rewş dibe sedema tewîna mûxaneyan û destpêkirina erkê kar. Di demek kurt de endolîmf jî dilive, leza zivira endolîmf û cogên kevanî yeksan dibe, mûxaneyên tewandî rast dibin. Îcar li dawiya zivirê, gava mirov disekine, cogên kevanî jî disekinin, lê herrika şileya endolîmfê di nav cogan de ji boy demek kurt didome. Endolîmf bi livîna xwe mûxaneyan disa ditewîne û erkê kar dide destpêkirin<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Demareragihandin tê şandin boy mejîkê. Ango ji mejîkê wetrê serî he jî dizivire. Lê di heman demê de çav û masûlke jî demareragihandin dişînin mejîkê û mejîkê jî rawestana laş agahdar dikin<ref name="Human biology15ed" />. Ev rewş dibe sedema çêbûna tevlihevî di mejîkê de. Mejîk ji aliyekî de hewl dide ko pozîsyona laşê rawsetî rast bike, di heman demê de jî ragihandin dişîne masûlke û çavan bo berdewamiya zivira laş. Ji ber vî tevliheviyê mirov nikare bi hêsanî li ser piya bisekine, dewxa mirov tê û mirov dikeve erdê. Demek şûn ve livîna endolîmfê disekine, îcar li gel çav û masûlkeyan, ji guhê navî jî agahiya rawestîna laş digihîje mejîkê. Mejîk jî ragihandin dişîne masûlke, geh û çavan ji boy serastkirina pozîsyon û parastina hevsengiya laş.