Tewarîxî cedîdî Kurdistan (pirtûk): Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 5:
 
== Naveroka Tewarîxî Cedîdî Kurdistan ==
Gelek dîrokzanandîroknasan xwestin nivîsara dîroknasê Kurdkurd ê sedsala XVI bi nav û deng [[Şerefxanê BedlîsîBidlîsî]], Şerefnamê bidomînin, lêbelê hemû hewldan û xwestekên wan nehatin serî, tenê parek jê berdewam kirin. Kesê piştî Şerefxan ceger kir dîroka ne tenê meydanekê, malbatekê yan êlekê, lê ya welatê Kurdan bi temamî binivîsîne, lawê bajarê Bayezîdê, Mele Mehmûdê Bayezîdî bû...
 
...Heger çawa be jî, '''paşê çi bi nivîsara Mele Menmêd hatiye, em nizanin.''' Di nav destnivîsên Kurdî yên li cem Jaba bûn û niha di pirtûkxana dewletê a giştî, a bi navê E. Saltikov Şêdrîn dene, '''ev nîvîsar tune ye.''' '''Her nenas e jî''', '''Gelo xebata Jaba ser wergerandina wê temam bûbû, ya na ?''' Di nameyên wî yên sala 1867a de û salên li pey jî, em tiştekî ser wê '''nabînin.'''
 
'''Di arşîva akademiya zanistî ya soveytê de, ji wê nivîsara Mele Mehmûd î dîrokî a fereh tenê tercuma ''pêşgotinê a Frensî'', ku A. Jaba bi xeta destê xwe ser 50 rûpelên qiyas 21,5x17, nivîsandiye, maye.'''
 
Dîsa em zanin, A. Jaba di nama xwe de ji B. A. Dorn re 13ê hezîrana 1868a, dibêje, ku '''ji bilî pêşgotinê di xironîkê de 11 beş û navnîşana (lîsta) hakiman mîr û axayên di sala (1200) 1785-1786an de hukum kirine jî hene.''' Di pêşgotinê de bêtirî hemî fehresta navnîşanan bala mirov dikişîne, bi xêra wê mirov naveroka pirtûkê nas dike.
 
Tenê '''pêşgotina vê kitêbe''' destê me heye lêbelê ev naveroka bi yanzdeh xalan ava bûye mixabin '''wûnda ye!'''.
 
* ''Beşê yekê: Bûyerên ji sala(1200 koçî) 1785-1786 a heta sala (1274 k) 1857-1858 li wilayeta ErzeromêErzîromê qewimîne.''<br>
 
* ''Beşê duda: Bûyerên êrdima Rojikî, ku bajarên sereke lê Mûş û Bedlîs in.'' <br>
Rêz 37:
* ''Beşê yazda: Bûyerên Azerbêcanê û herweha ên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ormiyê, Meraxê û Makoyê jî.''<br>'''
 
Wekû ev fehresta navnîşanan xwanê dike, xironîka Mele Mehmûd, wilayetên bingehîn li bakur û nava Kurdistanê û degera sed salî ji dîroka wan, ji sala (1200) 1785-1786 heta sala(1274)1857-1858 dane ber xwe. Bi şehadetiya A. Jaba '''nivîskar gelek caran di dîrokê de kûr çûye, gihaye demên dûr û dirêj, mîna dema Şerefxanê Bedlîsî.''' Bêguman, heger destnivîsa xebata Mele Mehmûdê Bayezîdî '''bête dîtin, baza serkaniya dîroka Kurdî, bi dokumenteke ji dereca yekemîn''' tê dagirtin. Belê ji ber ku ev nivîsar '''heta niha nehatiye dîtin''', çapkirina về tercumê (mebest jê wergera '''pêşgotina Mele Mehmûd e''' J. Dost), ku afranerê van xêzan ji pêlên destnivîsa A. Jaba pêk aniye, wê gelekî rind be. Iro hew ev di destê me de heye.<ref>Adet û Rusûmetnameê Ekradiye, Mele Mehmûdê Bazidî, Lêkolîner: Jan dost, Weşanxaneya Nûbihar, Sal:2010, Rûpel:215-219</ref>
 
== Nameya P.E.Lerch Derbarê Tewarîxî cedîdî Kurdistan ==
<br>