Zimanê kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 69:
Zaravayê kurmancî ew zaravayê kurdî ye ku herî zêde pê tê axaftin. Lê herî zêde li bakur û rojavayê Kurdistanê pê tê axaftin.
Zaravayê kurmancî her wiha li [[Ermenistan]]ê, li [[Xorasan]]ê, li nav kurdên [[Qefqasya]]yê, li Anatoliya Navîn û li [[Diyaspora]]yê yanî li ([[Ewropa]] û [[Amerîka]])yê pê tê axaftin <ref>Kovara Fêrname hejmar: 4</ref>
 
==== Rêzimana kurdî ====
{{Gotara bingehîn|Rêzimana kurdî}}
 
Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina [[ziman]] û [[çand]]ê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.".<ref>Abdusamet Yigit, ''Şahmaran'', roman, Weşanên Han </ref> Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
 
Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya [[Başûrê Kurdistanê]] negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960'an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
 
Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên [[Asyaya Navîn]] bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.
 
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek, du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.
 
Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
 
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser [[dengzanî]] ([[fonolojî, [[peyvsazî]] ([[morfolojî]]) û [[hevoksazî|hevoksaziya]] ([[sîntaks]]a) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye pejirandin.
 
=== Soranî, kurdiya navîn ===