Şehrîbana Kurdî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
→‎Kurtejiyan: Ansiklopedij nine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 38:
'''Şehrîbanê''' sala [[1987]]an di xwendingeh û merasimên malbatî de dest bi stirînê kir, lê bi awayekî profesyonal ji sala [[199]]1an dest bi tomarkirina stranên xwe kir û di wê salê de yekemîn kasêta xwe ya bi navê "[[Ez Keçim Keça Kurdanim]]" di nava gel û muzîkhezên Kurd de belav kir. Beriya wê salekê li ba hunermendên bispor li ser terbiyetkirina dengê xwe kar kiribû û dizanî ku çawa qirka(gewriya) xwe ji bo strîna lorîkên Kurdî bikar bîne.
 
Di wan salan de ku ji ber pêşkeftina rewşa siyasiya Kurdan li [[bakurê Kurdistanê]] zimanê Kurd ne bi awayekî fêrmî serbest bibû, gelek kesên din jî hatibûn meydana huner û stranbêjiyê, lê di demeke kin de nav û dengê '''Şehrîban'''ê ji sinorên [[bakurê Kurdistanê]] derbas bû û heta di nava [[Azerî]], [[Tirk]] û [[Ereb]]an de jî kasêtên wê hatin guhdarkirin. Ev jî tiştekî sirûştî bû, ji ber ku Şehrîban xwediyê dengekî pir xweş, bilind û bi awayekî gelek baş jî dest bi karê xwe yê hunermendiyê kir. Li sala [[1992]]an kasêta wê ya duyemîn "[[Sor Gula Min]]" li [[Tirkiyê]], li sala [[1993]]an kasêta sêyemîn "[[Yek, do, sê]]" li [[Tirkiyê]] û li sala [[1995]]an de jî kasêta wê ya çaremîn "[[EzEm Hatimhatin (albûm)|Em hatin]]" li [[Elmanya]] di nava gel de bi awayekî berfireh hatin pêşwazî kirin.
 
CD û kasêta herî dawiyê hunermenda Kurd Şehrîbanê bi berpirsyartiya mamostayê mezin [[Dilşad Seîd]] bi dawî anîye. Navê vê albûmê "[[Evîna Stranan]]" e