Bihîstin: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 23:39, 25 tîrmeh 2020

Bihîstin, bi navbeynkariya guh, veguherandina pêla dengê boy demareragihandinê[1].

Hemû deng di nav hewayê de dibin sedema çêbûna pêlên dengê an jî lerizînê. Pêlên deng di nav hewayê de di çîrkeyek (seniye) de 332 metre cih diguherîne, ango leza deng di nav hewayê de 332metre/çîrke ye[2].

Kiryara bihîstinê ji guhê derve dest pê dike, di beşa bihîstinê ya tûkila mejî de dawî dibe.

Pêvajoya bihîstinê

1. Wergirtina pêlên deng

2. Veguherandina enerjiya pêlên deng boy erkê kar

3. Gihandina pêlên deng boy demax

4. Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê.

Wergirtina pêlên deng

Kiryara bihîstinê ji guhê derve dest pê dike, di beşa bihîstinê ya tûkila mejî de dawî dibe. Şêweyî perrê guh, girtin û komkirina pêlên dengan hêsantir dike. Perrê guh pêlên dengan ber bi coga bihîstinê araste dike. Li dawiya coga bihîstinê de perdeya guh heye. Pêlên deng gava rastê perdeya guh tên, dibin sedema lerizîna perdeyê. Ango enerjiya pêlên dengê ji boy lerizandina perdeya guh tê xerckirin. Hestîkên bihîstinê bi perdeya guh ve girêdayî ne, loma leriza perdeyê di heman demê de hestikên bihîstinê jî dilerizîne. Lerizên perdeyê ji çakûç derbasî dezgehê dibe ji wir jî derbasî zengûyê dibe. Zengû bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye. Ji zengû leriza pêlên deng digihîjin ser kuna hêlkeyî. Bi vî awayê leriza perdeyê ber bi guhê navî ve tê guhêztin[2].Tundiya leriza pêlên dengên hewayê li guhê naverast de bi qasî 17- 20 car tê zêdekirin paşê derbasî guhê navî dibe[3]. Li aliyê derveyî kuna hêlkeyî de zengû, li aliyê navî jî şileya endolîmf heye. Endolîmf di nav coga lûlpêçê( coga naverast) de ye. Lerizên zengû kuna hêlkeyî ber bi aliyê navî pal dide, kuna hêlkeyî jî şileya nav coga naverastê tehn dide, şile cih diguherîne[4]. Bi vî awayê leriza pêlên dengê tên veguherandin boy pêlên pestoya şileyê[5].

Veguherandina enerjiya pêlên deng boy erkê kar

Pêlên pestoyê li guhê navî, di kuna hêlkeyî de dest pê dike û di nav şileya perîlîmfê ya coga serî (dalanî) de pêl bi pêl pêş ve diçe[6]. Di vê gavê de perdeya dalanî jî ji ber pestoyê dilerize. Leriza perdeyê dibe sedama çêbûna pêlên pestoyê di nav şileya endolîmfê ya coga naverastê. Pêlên pestoyê perdeya binî ya coga naverastê dilivîne. Li ser perdeya binî de endamê Corti heye. Endamê Corti hestewergirên mîkanîkî yen ji boy wergirtina deng lixwe digire. Ji ber livîna perdeya binî, kulkên mûxaneyên endamê Corti ditewin(diçemin). Bi tewîna kulkan, mûxane demareguhêzer der dide, demareguhêzer di demearexaneyên bihîstinê de erke kar didin destpêkirin[7] . Bi vî awayê pelên dengê tên veguherandin boy demareragihandinê.

Gihandina pêlên deng boy demax

Demareragihandin bi demarên bihîstinê ber bi talamusê ve tê guhêztin. Piştî tekuzkirinê, demareragihandin tê şandin ji boy beşa bihîstinê ya tûkila mejî.

Di tûkila mejî de şîrovekirina pêlên deng û têgihîştina bihîstinê

 
Her beşêk lûlpêçê taybet e ji boy frekansek diyarkirî.

Şîrovekirin û têgihîştina deng di pila cênikê (cênikepil) ya mejî de rû dide[8]. Hinek ji pêlên pesto ya şileya lûlpêçê heta kuna baznî didome, gava pêlên pestoyê li ser rûyê kuna baznî dixin, enerjiya pelên pestoyê tê xerckirin. Li gor hejmara mûxaneyên tewandî tundiya deng tê şîrovekirin. Heke gellek mûxane ji ber pestoya endolîmfê hatîbin tewandin, mejî vê reweşê wekî dengek bilind hest dike[9]. Perdeya binî ya lûlpêçê, li nezikê kuna hêlkeyî de teng e û li gor beşên din şidayî (req) ye. Herwisa li hêla serikê lûlpêçê de perdeya binî hê firetir û qaîşokî ( nerm) ye[4]. Loma her beşêk lûlpêçê taybet e ji boy frekansek diyarkirî ya deng. Dengên bi frekansa bilind li nezikê kuna hêlkeyî, yên bi frekansa nizim li nêzîkê serikê lûlpêçê de tên veguherandin[10]

Diyarkirina hêla dengê

Gava dengek tê guhê mirov, mirov dikare bi du rêbazê bingehîn hêla çavkaniya dengê diyar bike[10].

1. Di wergirtina pêlên dengê de çêbûna cudahiya demê.

2. Tundiya dengê

Heke çavkaniya deng rasterast li pêşî an jî li paşiya mirov be, durahiya çavkaniya deng ji boy herdu guh yeksan e. Loma deng di heman demê de digihîje guhan. Lê heke çavkaniya deng li aliyê çepê an jî rastê be, vê gavê guhek nezîkê çavkaniya deng dibe, guhê din piçek dûrê çavkaniyê dimîne. Wekî mînak, heke çavkaniya deng nezîkê guhê rastê be, deng berê digihîje guhê rastê, paşê digihîje guhê çepê. Derengketina wergirtina deng, ji aliyê mejî ve ji boy diyarkirina hêla dengê tê bikaranîn[10].

Heke deng ji aliyê rastê an jî çepê were, tundiya dengê ji boy herdu guhan yeksan nabe. Wekî mînak, heke çavkaniya deng li aliyê rastê be û tundiya wî jî 80 desîbel be, deng berê digihîje guhê rastê. Di navbera guhê rastê û ê çepê de serê mirov heye, pêlên dengê gava rastê serî tên, serî wekî mîna berbestek, rê li ber pêlên dengê digire, loma tevahiya deng derbasî aliyê çepê nabe, tundiya deng kêm dibe[11]. Ango guhê rastê dengek bi tundiya 80 desîbelê werdigire lê guhê çepê heman dengê ji 80 desîbelê kêmtir werdigire. Cudahiya navbera tundiya deng ji boy diyarkirina çavkaniya deng tê bikaranîn. Ev herdu rêbaz ji boy diyarkirina çavkaniya dengên lê hêla çep û rastê ye, lê mirov dikare çavkaniya dengên ji hêla jor, jêr, paş û pêşî jî diyar bike. Ev kar, karê perrê guh e. Şêweyî perrên guh ji boy berhevkirina dengan taybet e. Perrên guh, li gor hêla çavkaniyê, tundiya deng rêk dixin, paşê aresteyê coga bihîstinê dikin. Ango li ser perrên guh, bandora dengê ji hêla pêşî tê, û dengê ji hêla jore tê ne wekhev e, loma ji aliyê perrên guh ve berhevkirin û arestekirina van dengan ji hev cuda ye. Ev rewş jî ji boy diyarkirina hêla dengan tê bikaranîn.

Çavkanî

  1. ^ Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,
  2. ^ a b Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  3. ^ Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  4. ^ a b Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  5. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
  6. ^ McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  7. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010). Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  8. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  9. ^ Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,
  10. ^ a b c Guyton, A. and Hall, J., 2011.Guyton And Hall Textbook Of Medical Physiology. Philadelphia: Saunders Elsevier.
  11. ^ ANCYCLOPÆDIA BRITANNICA, Sound localization [1]