Peter Handke: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Nivîskarê awistirî
Content deleted Content added
KurdoChali (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "'''Peter Handke''' (Bilêvkirin: pîter hantke) (bûn: 6 Kanûna Paşîn 1942-) romannivîs, şanonamenivîs, paçveker û derhênerê filma..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 19:44, 21 tîrmeh 2020

Peter Handke (Bilêvkirin: pîter hantke) (bûn: 6 Kanûna Paşîn 1942-) romannivîs, şanonamenivîs, paçveker û derhênerê filman yê Nemsayî ye ko li sala 2019ê Xelatê Nobelî di edebyatê da wergirt.

Li dawîya salên 1960an, ew bi şanonameya [[|]] Publikumsbeschimpfung anko Bêrêzîya bi Temaşavanan û romana Die Angst des Tormanns beim Elfmeter anko Tirsa Golparêzî ji Lêdana Sizayê navdar bû. Ji ber xwekuştina dayika xwe li sala 1971ê, wî romana Wunschloses Unglück anko Bextreşîya Nexeyalkirî li ser jîyana wê nivîsî. Handke yek ji endamên Desteka Gratzê bû, ko komeka edebî ya nivîskarêan bû li bajarê Gratzê. Ew damezrînerê weşanxaneya Verlag der Autorenê bû li Franfurtê. Wî di filma Der Himmel über Berlin anko Esmanê li hindavî Berlînê da harîkarîya derhênerê navdar Wim Wenders kir.

Handkeyî hindek xelatên dî jî wergirtine, ji wan: Xelatê Georg Büchner li sala 1973ê, Xelatê Edebî yê Navneteweyî yê Vîlenîkayê li sala 1987ê, û Xelatê Şanoya Nestory ya Nemsayê li sala 2018ê.