Guhê navî: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir. |
BKurteya guhartinê tine |
||
Rêz 11:
== Dalan ==
Beşa herî nezikê guhê naverast e. Li ser dîwarê aliyê guhê naverast a dalanê de, kuna hêlkeyî û kuna bazinî cih digire. Dalan du kîsikok lixwe digire, navê van kîsokan utricle û saccule e (bilêvkirin: utrîkil û sekul). Di nav van kîsikokan de mûxane hene. Mûxane corekî [[hestewergir]] e<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>. Mûxaneyên nav kîsikokan, bi navbeynkariya [[Hestewergir|mîkanîkewergêrên]] xwe, li gor arasteya erdkêşê, hevsengiya laş rêk dixin. Dalan di navbera cogên kevanî û lûlpêçê de cih digire.
== Cogên kevanî ==
Ji sê lûleyên bi şeweyî kevan pêk tê. Devê cogan vedibe nav dalanê. Hersê cog wisa cih bûne ko, livîna [[Kiloxê mirov|kiloxê]] ya bo her alî, jorê, jêrê,çepê, rastê û xwarê hest dikin. Parastina hevsengî erkê cogên kevanî ye. Ango cogên kevanî û [[mejîk]] hevsengiya laş rêk dixin û diparêzin.
[[Wêne:1406 Cochlea ku.jpg|thumb|Panîbirgeha lûlpêçê]]
Rêz 26:
3.coga binî an jî coga perdeyî (bi îngilîzî: ''scala tympani'')
[[Wêne:Lûlpêç û endamê kortî ku.png|thumb|Endamê Cortî mîkanîkewergirên ji boy nasîna dengan lixwe digire.]]
== Endamê Corti ==
|