Qedê demax: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Qedêdemax ku.png|thumb|Qedê demax ji demaxê navetastê, pirik û lakêşemoxê pêk tê.]]
'''Qedê demax''' ( bi îngilîzî: ''brain stem'') ji pirik, demaxê naverastênaverast û lakêşemox pêk tê.
 
Demar û [[Demarexane|demarexaneyên]] hatî û derkevtî yên ji [[Mejiyê mirov|mejî]], [[Demaxê navberê|demaxê navber]] û [[Mejik|mejikê]] heta [[Dirkepetik|dirkepetikê]] dirêj dibin, loma qedê demax [[Demax|demaxê]] bi dirkepetikê ve girê dide. Navendên xewê û hişyariyê li qedê demax in<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>.Qedê demax demareragihandinên ji mejiyê ji boy [[Masûlke|masûlkeyan]] rêk dixe<ref name="VILLEE" />. Ji bilî wî, gellek erkên laş ji aliyê qedê demax ve tên kontrolkirin. Wekî mînak; [[Koendama henaseyê|henasedan]], [[Koendama herisê ya mirovan|heriskirin]], rêjeya lêdana [[Dilê mirov|dil,]] daqurtîn, pestoya [[Xwîn|xwînê]], meşîn, ji hawirdorê agahdarbûn hin ji erkên bingehîn ên laş in ko bi navbeynkariya qedê demax ve tên rêkxistin<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Bi kurtasî, qedê demax kar dike ji boy hevsengiya laş, rêkxistina livînê û guhaztina demareragihadinan ji mejî ber bi laş an jî ji laş ber bi mejî<ref name="Campbell" />. Herwiha qedê demax navendên ji boy kontrolkirina xewê û hişyarî lixwe digire.
 
== Demaxê naverastênaverast ==
Demaxê naverastênaverast (bi înglîzî: ''midbrain'') Li jorê pirikê de demaxê naverastênaverast cih digire. Rîşalên demar û navikan lixwe digire, mejikê bi beşên jêrê laş û dirkepetikê ve girê dide<ref name="Anatomy and physiology" />. Rîşalên demarê li demaxê naverastênaverast çaperast dibin, bi vî awayê nîvê çepê mejiyê aliyê rastê laş, nîvê rastê mejiyê aliyê çepê laş kontrol dike<ref name="Mader,Biology">Mader, S. (2009). Mader, Biology 10e (10th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. ji boy [[Refleks|refleksên]] bihîstinî û dîtinî rola demaxê naverastênaverast girîng e<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. [[Tewere|Tewereyên]] hestahestê bihîstinê jî tê de, hemû tewereyên hestê ya di demaxê naverastênaverast de bi dawî dibin an jî ji wir ber bi mejî ve dirêj dibin<ref name="Campbell" />.
[[Wêne:Koendamademarê ku.png|thumb]]
 
== Pirik ==
Pirik (bi îngilîzî:''pons'') li pêşiya mejikê, li jêrê demaxê naverastênaverast, li jorê lakeşemoxê de cih digire<ref name="Anatomy and physiology" />. Pirik bi gelemperî ji rîşalên demarê, ango ji madeyê spî pêk tê. Hinek ji van rîşalan di navbera herdu nîvên mejiyê de girêdanê ava dike, hinek ji rîşalên demar jî ji mejî dirêj dibin ber bi dirkepetikê<ref name="Anatomy and physiology" />. Girêdanên di navbera qedê demax û mejikê de ji aliyê pirikê ve tê çêkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Di nav pirikê de hin pilên taybet hene, ko bi rengê gewr in, van pêkhateyên gewr, wekî navik (bi îngilîzî: ''nuclei'' ) tê navkirin. Demarexaneyên beşa madeyê gewr a pirikê, demareragihandinên ji mejî tên, dişîne mejikê<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Di pirikê de navendên refleksê hene ji boy livîna kiloxê. Li vir livîna serê mirov li gor kartêkirên dîtinî an jî bihîstinî (guhdarî) tê rêkxistin<ref name="Human biology">Mader, S. S., & Windelspecht, M. (2010). Human biology (12th ed.). New York: McGraw-Hill.</ref>. Navendên henasedanê û xewê jî li pirikê ye<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Pirik û lakêşemox bi hev re kar dikin ji boy rêkxistina rêjeya henasedanê<ref name="Human biology15ed">Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.
 
== Lakêşemox ==