Guhê naverast: Cudahiya di navbera guhartoyan de

beşa guh a di navbera perdeya guhê û kuna hêlkeyî de
Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
(Cudahî nîne)

Guhartoya 16:55, 11 tîrmeh 2020

Guhê naverast (bi îngilîzî: middle ear)

Guhê mirov ji sê beşên serkî, guhê derve, guhê naverast û guhê navî pêk tê

Guh endama bihîstin û parastina hevsengiyê ye. Guhê mirov ji sê pişkên serkî pêk tê; guhê derve, guhê naverast û guhê navî. Guhê derve pêlên dengan berhev dike û ber bi guhê naverastê dişîne. Ji vîr jî ber bi guhê navî tê şandin. Li guhê navî enerjiya pêlê dengan tên veguherandin boy demareragihandin û bi navbeynkariya demarên bihîstinê ber bi beşa bihîstinê ya tûkila mejî ve tê guhêztin.

Guhê naverast bi eslê xwe kelên e di navbera perdeya guhê û lûlpeçê de. Kelêna guhê naverast bi hewa tijî ye, di nav hestiyê cênikê de cih digire[1].Li dumahika coga bihîstênê û li destpeka guhê naverast de perdeya guh heye. Ev perde, guhê derve ji guhê naverast cuda dike[2]. Guhê naverast ji hestikên bihîstinê, masûlkeyên bihîstinê û coga ostakî pêk tê.

Hestîkên bihîstinê

Li guhê naverast sê hestiyên pir hûrik hene. Dirêjiya her hestiyek ji santîmek kintir e. Ji van hestiyan re hestîkên bihîstinê (bi îngilîzî:Auditory ossicles) tê gotin. Hestikên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de. Hestîkên bihîstinê di navbera perdeya guhê û guhê navî de mîna pirek kar dike. Hestîk ji perdeya guhê, li pêy hev dirêjî kuna hêlkeyî dibin. Navê hestîkên bihîstinê çekûç, dezgeh û zengû ye. Hestîkên bihîstinê li gor şeweyî xwe hatinê navkirin[1].

Hestîkên bihîstinê hêza pêlê dengan berztir dike û ber bi guhê navî dişîne. Gava pêlên dengê li ser perdeya guhê dixin, perde dilerize, lerîza perdeyê derbasî hestikê çekûç, dezgeh û zengû dibe.Tîreya perdeya guhê 20 carê tîreya zengû ye. Loma pestoya li perdeya guhê jî li li ser kuna hêlkeyî 20 car zêde ye. Pêlên dengê dema digihîje kuna hêlkeyî tûndiya deng 20 car zêdetir dibe[3].

Çekûç

 
Hestiyên bihîstinê, hestiyên herî hûrik in di laşê mirov de.

Hestikê çekûç (bi latînî: malleus) ji aliyê destikê ve bi perdeya guhê ve girêdayî ye. Serê vî jî bi dezgehê re geha livok (bi îngilîzî: movable joint) ava dike[4].

Dezgeh

Hestîkê dezgeh (bi latînî: incus), hestîkê çekûç bi hestîkê zengû ve girê dide. Dezgeh bi alîkariya pekhateyên rîşalî, li aliyê rûyê paş a kelêna guhê naverast ve girêdayî ye.

Zengû

Hestîkê zengû (bi latînî: stapes) di navbera dezgeh û lûlpêçê de cig digire. Zengû bi aliyê serî ve bi dezgehê ve girêdayî ye, bi aliyê binî ve bi kuna hêlkeyî ve girêdayî ye[5]. Çekûç hestiyê herî piçûk e.

Masûlkeyên guhê naverast

Du masûlkeyên peyker bi hestîkên bihîstinê ve girêdayî ne. Masûlkeya yekem bi îngilîzî wekî tensor tympani , a duyem jî wekî stapedius tên navkirin. Masûlkeya tensor tympani bi navbeynkariya hestîkê çêkûç, bi perdeya guhê ve girêdayî ye. Ev masûlke perdeya guhê dikişîne û dirêj dike, bi vî awayê rûyê perdeyê tê şidandin boy bersîv dayina pelên dêngan[4].

Masûlkeya stapedius bi hestikê zengû ve girêdayî ye. Kontrola rêjeya lerizîna zengû dike. Rê nade zengû ko bi awayek tûnd bilerize, bi vî awayê kuna hêlkeyî û lûlpêçê ji egera ziyangirtinê diparêze[4].

Coga ostakî

 
Guhê naverast hestiyên bihîstinê lixwe digire.

Guhê naverast bi nevbaynkariya cogek, bi gewrî ve girêdayî ye. Navê vê cogê, coga ostakî ye, dirêjiya wê bi qasî 4 cm ye[1]. Bi navbeynkariya coga ostakî hewa ji gewrî diçe heta kelêna guhê naverast. Pelên dengê yên ji aliyê guhê derve li ser perdeya guhê de dibin sedema çêbûna pestoyê. Coga ostakî ji aliyê hundir ve hewayê ji gewrî ber bi pişta perdeya guhê dişîne û pestoya ser perdeyê kêm dike. Bi eslê xwe pesto kêm nabe lê li herdu alî de pestoyên bi heman hêzê hevdu hevseng dikin[4].

Bi erebê an jî bi balafirê daketina ji qada bilind ber bi qada nizim, dibe sedema zêdebûna pestoya hewayê li ser rûyê derve ya perdeya guhê. Ji ber zêdebûna pestoyê, perdeya guhê ber bi guhê naverast diwerime ev rewş hin caran dibe sedema guhêşê, lê bi gelemperî hesta guhxitimî bi mirov ve peyda dibe[6]. Coga ostakî di rewşa asayî de girtî ye, bawişk anîn, daqurtandin, an jî cutin cogê ve dike, bi vî awayê hewa hê hesantir di coga ostakî de derbasê guhê naverastê dibe[3]. Li dij dengê berz, divê mirov devê xwe vekirî bihêle. An na dibe ko pestoya tekalî ya ji guhê derve ziyan bide perdeya guhê.

Çavkanî

  1. ^ a b c Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  2. ^ Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.
  3. ^ a b McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill
  4. ^ a b c d Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  5. ^ Mader, S., & Windelspecht, M. (2017). Human Biology (15th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  6. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.