Guhê derve: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min pêşnumeya gotarek nû çê kir.
 
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
== Deng ==
[[Wêne:Pêkhateya guhê mirov ku.jpg|thumb|369x369px|Guhê mirov ji sê beşên serîserekî pêk tê.]]
Bihîstin, hesta nasîna dengan e. Bi eslê xwe bihîstin, ji veguherandina pêlên dengê ji boy enerjiya elektrîkê û şandina wê ya ber bi [[demarekoendama navendî]] pêk tê. Deng corek enerjî ye. Deng pêla pesto (bi îngilîzî: ''pressure wave'') ye ko ji lerizîna molekulan peyda dibe. Pêlên dengê gava di nav hawîrên wekî hewa an jî avê de derbas dibin, rê li ber zêdebûn û kêmbûna pestoya li hawirdorê ve dikin<ref name="Physiology" />. Yekeya pestoya dengê, desîbel (dB) e (bi îngilîzî: ''decibel''). Ji boy peyvîna asayî, hêza dengê mirov bi qasî 60 desîbel e<ref name="OpenStax, Biology" />. Dengên ji 100 dB zêdetir dibe ko ziyan bide bihîstina mirov. Dengên ji 120 desîbelê zêdetir [[perdeya guhê]] mirov diêşîne<ref name="Physiology">Costanzo, Linda S. Physiology. Sixth edition, Elsevier, 2018.</ref>. Di çirkeyek (saniye) de hejamra lerizîna ber bi pêş û paş ve ya pirtikên hawîrê wekî frekans tê navkirin. Ango frekans hejmara pelên dengê yê di dirêjiya çirkeyekê de ye<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Frekansa dengê bi yekeya hertz (Hz) tê pîvandin. Guhê mirov dengên 20 heta 20000 hertzê dibihîsine<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Bi gelemperî frekansa dengê mirov ( peyvîn) di navbera 300 û 3500 hertz e.