Serhildana Agiriyê ya yekem: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Kurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 1:
'''Serhildana Agiriyê ya yekem''' di [[16'ê gulanê|16'ê gulana]] sala 1926'an de destpê kir.
Di salan piştî 1925'an de di encama zordestiya li dijî Kurdên, li Agirîyê eşîreta [[Celaliyan]] rabû raperînê. Di vê navbêrê de di encama xebatên ronakbîrên Kurd ên bi rêxistinkirinê yên ku di rêxistinên kurdan de xebatkirine, li beldeya Bihamdum ya [[Libnan]]ê Kongreya Serbixwe ya Xoybûnê hate lidarxistin û vê Kongreyê li gel hemu rêxistinên kurd, serekeşîrên mûxalîf ên li Kurdistanê jî anîbû cem hev. Li hemberî banga hikûmetê ya "efuya giştî" Xoybunê li her deverê [[belavok]] belavkirin û bang li eşîretan kir ku bi gotinên efuyê neyên xapandin.
Di vê navbêrê de [[Îhsan Nûrî Paşa]] di ser [[Îran]]ê re derbasî cîhê ku eşîreta Celalîyan rabû ser pêyan, yanî derbasî Agirîyê bû. Îhsan Nûrî Paşa, li vê derê serekeşîrên ku rabûne serhildanê, di nava tevgereke çekdarî de bi rêxistin kir.