Koendama hestê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 31:
Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hesantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digehêjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike.
 
=== Têgihîştin ===
Di asta wergira kartêkiran de çalakbûna hestewergiran, wekî hestkirin tê navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Her corekî hestewergir ji boy corekî hestê ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ango hestewergir taybet e ji boy hestê diyarkirî. Ji aliyê mirov ve şîrovekirina hestê, wekî têgihîştin (bi îngilîzî: ''perception'') tê navkirin. Bingeha tegihîştinê çalakbûna hestewergiran e, lê têgihîştin ne li asta hestewergiran lê li asta mejî de çê dibe. Mejî li gor rêya gihandina hestê, kartêkiran ji hev derdixe. Erkê kar ji hestewergirê bi navbeynkariya demarexaneyên taybet, tên şandin boy [[demarekoendama navendî]]. Ev demarexaneyan ji boy hestek diyarkirî taybet in û bi demarexaneyên diyarkirî yên [[Dirkepetik|dirkepetikê]], an jî yên mejî ve gehînke ava dikin. Ji xeynî demareragihandinên ji hestewergirên behnê, hemû demareragihandinên ji boy mejî tên şandin, bê ko bigihîje mejî, pêşî ber bi [[Demaxê navberê|talamusê]] ve tên arastekirin. Polenkirina hestewergiran li talamusê de rû dide. Demareragihandin ji aliyê talamusê ve tê şandin boy beşa guncav a tûkila mejî. Ji boy her corek hestê beşek taybet a tûkila mejî heye<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. Li tûkila mejî de şîrovekirina hestê, ango têgihîştin çê dibe.