Koendama hestê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 22:
Rêbaza yekem ji aliyê xaneyên taybet ve tê birêveberin. Demarexaneya hestê û xaneya taybet bi hev re dixebitin. Xaneya taybet an jî kotahiya xaneya taybet a ji bo kartêkira diyarkirî, kartêkirê tespît dike. Ji ber ko xaneya taybet bi demarexaneya hestê ve bi navbeynakriya [[Gehînke|gehînkeyan]] ve di nav têkiliyêde ye<ref name="Biology with Physiology">Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.</ref>, çalakbûna xaneya taybet rê li ber çalakbûna xaneya hestê jî ve dike, ango li ser parzûna xaneya hestê erkê kar dest pê dike<ref name="OpenStax, Biology"/>. Demarexaneya hatî (demarexaneya hestê) kartêkirê bi şêweyî demareragihandinê, dişîne [[demarekoendama navendî]]. Wekî mînak; di çavê mirov de xaneyên taybet hene ji boy hesteveguherandinê. Ev xaneyên taybet wekî ronahiyewergir kar dikin. Enerjiya kartêkira ronahiyê vediguherîne erkê kar û dişîne demarexaneya hatî. Di rebaza duyemê de demarexaneya hestê rasterast enerjiya kartêkirê ji bo erkê kar bi kar tîne<ref name="OpenStax, Biology"> Rye, C., Wise, R., Jurukovski, V., Desaix, J., Choi, J., & Avissar, Y. (2017).Biology. Houston, Texas : OpenStax College, Rice University,</ref>. Li van demarexaneyan de [[dendrît]] an jî serê xaneyê bi awayek serbest di nav [[Şane (biyolojî)|şaneyan]] de dirêj dibe. Ango dendrîdên van demarexaneyan bi xaneyên din ve girêdayî nîn in bi awayekî serbest bi kartêkiran ve rûbirû dimînin. Wekî mînak li bin pestê mirov de êşanewergir hene, êşane wergir ji dendrîdên serbest pêk tên, kartêkirên dibin sedema çêbûna êşê, ji aliyê serê serbest a demarexaneya hestê ve tên wergirtin.
 
=== Kodkirin û gihandina ragihandinên hestê ===
Hemû corên kartêkiran dibin sedema çêbûna erkê kar li hestewergiran de. Erkê kar yek cor e, li ser esasê guherîna bargeyê elektrîkê ya li nava xaneyê û derdora xaneyê rû dide. Ango kartêkirên deng, tam, bêhn êş hvd. hemû bi bi şeweyî erkê kar tên guhêztin, lê di mejî de her kartêkir bi awayek cuda tên şîrovekirin. Mejî tê digihîje ko erkê kar ji guh tê, ji ziman tê an jî difin tê. Ji aliyê koendama hestê ve çar taybetmendiyên ragihandinên hestê tên kodkirin<ref name="OpenStax, Biology"/>:
#cora kartêkirê,
 
*cora#cihê kartêkirê, a li qada wergirtinê de,
*#maweya (dirêjî, wext) kartêkirê,
 
*cihê#tundiya (xurtî) kartêkirê a li qada wergirtinê de,.
 
*maweya (dirêjî, wext) kartêkirê,
 
*tundiya (xurtî) kartêkirê.
 
Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hesantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digehêjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike.