Cudahiya di navbera guhertoyên "Koendama hestê" de

2 bayt lê hatin zêdekirin ,  06:38, 3 tîrmeh 2020
B
Hestewergir nikare ji her dûrayî (mesafe) kartêkir werbigire. Mesafeya herî dûr a ko hestewegir hê jî dikare kartêkirê werbigire, ji boy hestewergirê wekî qada wergirtinê tê navkirin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Qada wergirtênê ya hestewergiran ne yek e. Hin hestewergir kartêkirên ji laş pir dûr in jî werdigire. Wekî mînak, roniyewergirên [[çavê mirov]] dikare ronahiya stêrkên pir dûr ji werbigire. Lê mîkanîkewergirên bin pestê mirov, hema gava kartêkir rasterast temasê pestê dike, wê gavê kartêkirê werdigirin.
 
=== Hesteveguherandin ===
Kartêkir ne yek cor e, ji ber vê yekê enerjiya wan jî ne yek cor e. Dibe ko kartêkirek enerjiya ronahiyê lixwe bigire, a din enerjiya pestanê lixwe bigire. Di hestewergiran de enerjiya kartêkiran bo enerjiya elektrîkê ya destpêkirina erkê kar ve tê veguherîn. Li ser parzûna hestewergiran de veguherîna enerjiya kartêkiran, wekî hesteveguherandin (bi îngilîzî: ''sensory transduction'') tê navkirin. Hesteveguherandin bi du awayê rû dide.
 
56.756

guherandin