Cudahiya di navbera guhertoyên "Koendama hestê" de

38 bayt hatine jêbirin ,  06:37, 3 tîrmeh 2020
B
kurteya guhartinê tune ye
B
B
Ji boy kartêkirên derveyî laş, koma hestewergiran di nav endamên hestê de cih digirin. Wekî mînak, ji boy wergirtina bêhnê, koma kîmîkewergirên behnê di [[Difin|difinê mirov]] de cih digire. Kartêkir bi eslê xwe corek enerjî lixwe digire. Ev enerjya kartêkiran, hestewergiran çalak dike. Enerjiya kartêkiran bi şêweyî [[erkê kar]] wekî peyamek, li ser rûyê [[Parzûna xaneyê|parzûna]] demarexaneyan de, ber bi demaxê ve tê guhêztin<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company</ref>.
Hestkirin== piştî çarÇar gavên serekî yên koendama hestê peyda dibe:==
#Wergirtina kartêkirê,
 
- Wergirtina#Guherandina kartêkirê bo erkê kar,
- gihandina#Gihandina demarerahihandinê boy mejî
 
- şîrovekirin#Şîrovekirin û têgihîştina kartêkirê di mejî de<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.
- guherandina kartêkirê bo erkê kar,
 
- gihandina demarerahihandinê boy mejî
 
- şîrovekirin û têgihîştina kartêkirê di mejî de<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>.
 
== Wergirtin ==
Ji boy hestkirinê, gava yekem çalakbûna hestewergiran e. Çalakbûna hestewergiran jî piştê pêşwazîkirna kartêkiran rû dide. Gava hestewergir bi kartêkirên wekî yên mîkanîkî, kîmyayî, germahî hwd. rûbirû dimîne, enerjiya kartêkirê bandor li ser [[Parzûna xaneyê|parzûna xaneya]] hestewergirê dike, hestewergir ji qonaxa [[erkê bêhnvedanê]], derbasî qonaxa erkê kar dibe.
 
Hestewergir nikare ji her dûrayî (mesafe) kartêkir werbigire. Mesafeya herî dûr a ko hestewegir hê jî dikare kartêkirê werbigire, ji boy hestewergirê wekî qada wergirtinê tê navkirin<ref name="OpenStax, Biology"/>. Qada wergirtênê ya hestewergiran ne yek e. Hin hestewergir kartêkirên ji laş pir dûr in jî werdigire. Wekî mînak, roniyewergirên [[çavê mirov]] dikare ronahiya stêrkên pir dûr ji werbigire. Lê mîkanîkewergirên bin pestê mirov, hema gava kartêkir rasterast temasê pestê dike, wê gavê kartêkirê werdigirin.
 
== Hesteveguherandin ==
Kartêkir ne yek cor e, ji ber vê yekê enerjiya wan jî ne yek cor e. Dibe ko kartêkirek enerjiya ronahiyê lixwe bigire, a din enerjiya pestanê lixwe bigire. Di hestewergiran de enerjiya kartêkiran bo enerjiya elektrîkê ya destpêkirina erkê kar ve tê veguherîn. Li ser parzûna hestewergiran de veguherîna enerjiya kartêkiran, wekî hesteveguherandin (bi îngilîzî: ''sensory transduction'') tê navkirin. Hesteveguherandin bi du awayê rû dide.
Hemû corên kartêkiran dibin sedema çêbûna erkê kar li hestewergiran de. Erkê kar yek cor e, li ser esasê guherîna bargeyê elektrîkê ya li nava xaneyê û derdora xaneyê rû dide. Ango kartêkirên deng, tam, bêhn êş hvd. hemû bi bi şeweyî erkê kar tên guhêztin, lê di mejî de her kartêkir bi awayek cuda tên şîrovekirin. Mejî tê digihîje ko erkê kar ji guh tê, ji ziman tê an jî difin tê. Ji aliyê koendama hestê ve çar taybetmendiyên ragihandinên hestê tên kodkirin<ref name="OpenStax, Biology"/>:
 
- *cora kartêkirê,
 
- *cihê kartêkirê a li qada wergirtinê de,
 
- *maweya (dirêjî, wext) kartêkirê,
 
- *tundiya (xurtî) kartêkirê.
 
Ji ber vê yekê erkê kar a li tewereyên hestewergiran de tê guhêztin, tenê corekî kartêkir kod dike. Bi vî awayê hestkirin hesantir dibe. Wekî minak, hestewergirên bihîstinê bi beşa bihîstinê ya tûkilê mejî ve girêdayî ne, dema demareragihandinên hestewergirê bi navbeynkariya demarên hestê xwe digehêjînin mejiyê, mejî vê ragihandinê wekî deng şîrove dike.
== Têgihîştin ==
Di asta wergira kartêkiran de çalakbûna hestewergiran, wekî hestkirin tê navkirin<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">Betts, J., Desaix, P., Johnson, E., Johnson, J., Korol, O., & Kruse, D. et al. (2017). Anatomy & physiology. Houston, Texas: OpenStax College, Rice University,</ref>. Her corekî hestewergir ji boy corekî hestê ye<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology"/>. Ango hestewergir taybet e ji boy hestê diyarkirî. Ji aliyê mirov ve şîrovekirina hestê, wekî têgihîştin (bi îngilîzî: ''perception'') tê navkirin. Bingeha tegihîştinê çalakbûna hestewergiran e, lê têgihîştin ne li asta hestewergiran lê li asta mejî de çê dibe. Mejî li gor rêya gihandina hestê, kartêkiran ji hev derdixe. Erkê kar ji hestewergirê bi navbeynkariya demarexaneyên taybet, tên şandin boy [[demarekoendama navendî]]. Ev demarexaneyan ji boy hestek diyarkirî taybet in û bi demarexaneyên diyarkirî yên [[Dirkepetik|dirkepetikê]], an jî yên mejî ve gehînke ava dikin. Ji xeynî demareragihandinên ji hestewergirên behnê, hemû demareragihandinên ji boy mejî tên şandin, bê ko bigihîje mejî, pêşî ber bi [[Demaxê navberê|talamusê]] ve tên arastekirin. Polenkirina hestewergiran li talamusê de rû dide. Demareragihandin ji aliyê talamusê ve tê şandin boy beşa guncav a tûkila mejî. Ji boy her corek hestê beşek taybet a tûkila mejî heye<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. Li tûkila mejî de şîrovekirina hestê, ango têgihîştin çê dibe.
 
== Çavkanî ==
{{Çavkanî}}
56.756

guherandin