Albert Camus: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Erdal Ronahi (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Image:Camus NYWT&S.jpg|200px|right|thumb| Albert Camus, en 1957]]
'''Albert Camus''' (7 Sermawez 1913 – 4 Ocax 1960) nivîskar û fîlozofekî Cezayirî-Fransî ye.
 
Camus di sala 1913an de li [[Cezayîr]]ê, li Modovê ji diya xwe bûye. Bavê wî Farnsî diya wî Ispanyolî ye. Bavê wî karkerek xizan e. Ji ber bê karî û xizaniya malbatê, ji Fransayê koçî Cezayîrê dike. Di wê demê de ku Cezayîr koloniya Fransayê bû, wek wî nêzî milyonek fransizên din jî koçî Cezayîrê kirine.
 
 
Di destpêka Şerê Cihanê yê Yekem de (1914) bavê Camus tê kuştin. Ji ber xizanî û tunebûnê diya wî Catherine zarokên xwe( Lucien û Albert) digre û diçe cem diya xwe Belkcurtê. Belcurt taxa xizanan û karkerên biyanî ye. Taxeke li paytextê Cezayîrê ye. Di xaniyek biçûk de ew, dapîra wî, xalê wî yê nexweş û diya dapîra wî bi hev re dijîn. Dîya wî diçe di malan de kar dike.
 
 
Camus dest bi dibistanê dike. Jîrek e. Bi melevanî, kelevanî û hêla xwe ya intellektuel bala mamoste Lois Germain dikşîne. Ji ber xizaniyê nikare dest bi dibistana lîseyê bike. Lois mamostê wî jê re burs peyda dike. Bi alîkariya bursan, Camus lîseyê teva dike û dest bi universîteyê dike. Di unîversîteya Cezayîrê Beşa Felsefê de dixwîne. Şagirtek serketî ye. Dema lîseyê dixwîne bi nexweşiya jana zirav dikeve. Heta mirinê ev nexweşî pêsîra wî ber nade. Xizanî, nexweşî û atmosfera şer li ser jiyan û kesayetiya wî bandoreke mezin dike.
 
Ew di dema şagirtiya xwe de di nava rêxistinên li dij faşîzmê de cîh digire. Di wê demê de dibe endamê Partiya Komunîst. Li ser mijara şanoyê dixebite. Rejîsor e, redaktor e, lîstikvan e, şanonûs e, hunermend e. Ji bo ku Partiya Komunîst giraniya xwe nade ser daxwazên netewebûn, azadî û pirsa serxwebûna gelê ereb, ji partiyê vediqete. Lê di nava refên rêxistinên çep de têkoşîna xwe didomîne.
 
 
Di dawiya sala 1930yî de dest bi rojnamevaniyê dike. Di wê demê de pirtûka wî ya yekem tê weşandin (li Cezayîrê). Camus şef redaktorê Rojnameya Cumhuriyetê ye û rojname tê qedexekirin. Dagirker ji dîtinên azadiyê hez nakin. Ji dîtinên ronahiyê jî.
 
 
1940î de bi Francien Faur re dizewice. Du zarokên wan (cêwîk) çê dibin (Catherina û Jean). Cîhan di bin ewrên reş ên şer de dimirmir e. Faşîzma Hîtler Fransayê dager dike. Hukûmet û burjuvaziya Fransayê bê berxwedan Fransayê bi destên xwe teslîmê Hîtler dikin (1940). Camus berê xwe dide Parîsê.
 
 
Camus di sala 1940î de li Parîsê bi qaçaxî Rojnameya Combatê derdixe. Combat, weşana azadîxwazan û ya têkoşerên li dijî faşîzmê ye. Camus bi rêya Rojnameya Combatê û ku redaktorê rojnamê ye, xebatên xwe yên veşarî dike û aşkere û fermî jî rojnamevanî dike.
 
 
Di sala 1942an de du berhemên xwe yên bi nav û deng "Biyanî" û ”Efsaneya Sisyfos” diweşîne.
 
 
Di nav mirin û mayînê de, jiyana xwe didomîne. Di sala 1944an de Fransa car din azad dibe. Rojnameya Combat bi redaktoriya Camus dibe navenda çepên ku ne bi Partiya Komunîst re ne.
 
Di sala 1947an de romana xwe ya bi navê ”Weba” diweşîne.
 
Di sala 1951î de berhema xwe ya bi navê ”Şoreşa Mirovan” diweşîne.
 
 
Di sala 1956an de romana wî ya bi navê ”Ketin” tê ye weşandin. Di sala 1957de jî berhema wî ya bi navê ”Penaberî û Dewlet” tê weşandin.
 
Û ”Discours en Suede”. Berhema wî ya ku xelata Nobelê digire. Di nava xelatgerê Nobelê de nivîskarê herî ciwan e. Dema li Stockholmê xelatê digire, axaftinek dike. ”Rewşenbîr û vedora xwe”. Ev axaftina wî bi serê xwe berhemek e ku di wêjeya cihanê ya mirovahiyê de xwedî cîhek giranbiha ye.
 
 
 
 
== Pirtûkên Albert Camus ==