Hestewergir: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 2:
 
== Erk û pêkhate ==
Hestewergir dibe ko [[xane]], [[Demarexane|demarexan]]<nowiki/>e an jî beşên xaneyê be. Hestewergir bersîva kartêkirên wekî ronahî, germî, pesto, bêhn, êş û hwd. dide û enerjiya kartêkiran bi şeweyî [[erkê kar]] diguhêzîne [[demarekoendama navendî]]<ref>Lawrence, E. (2005). Hendersons dictionary of biology. Harlow: Pearson/Prentice Hall. ISBN 978-0-13-127384-9 sensory receptor </ref>. Guherînên li nav laş an jî ji hawirdorê laş wekî kartêkir (bi îngilîzî: ''stimulusstimulant'') tê navkirin<ref name="Human anatomy">McKinley, M., & O'Loughlin, V. (2011). Human Anatomy (3rd ed.). New York, NY: McGraw-Hill </ref>.
 
Ji boy berdewamiya jiyanê, divê zindewer ji hawirdorê kartêkir bigire û di demarekoendama navendî de şîrove bike, paşê bersîva guncav bide<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.</ref>. Bi vî awayê zîndewer ji guherînan agahdar dibe û li dij guherînên xeter xwe diparêze, ji guherînên sûdbexş jî sûd werdigire. Kartîkêrên ji hawirdorê ne yek lê gellek cor in. Divê ji boy her corekî kartêkir corekî hestewergir hebe<ref name="Campbell">Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.</ref>. Ango hestewergir taybet e ji boy kartêkirek dîyarkirî<ref name="ENCYCLOPEDIA OF BIOLOGY"> Cullen, K. E. (2004). Encyclopedia of Life Science. NY: Facts On File, Inc.</ref>. Hestewergir ne tenê kartêkirên hawirdorê, lê yên laş jî digirin. Mirov bi navbeynkariya van wergiran ji rewşa laş agahdar dibe<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology" />. Wekî mînak, heke rêjeya oksîjena nav [[Xwîn|xwîna]] mirov kêm bibe , pestoya xwînê mirov biguhere, birînek di laşê mirov de çêbe, an jî germahiya laşê mirov biguhere, wergirên laş hemû guherînan digire û bi şêweyî erkê kar dişîne demarekoendama navendî. Li [[Demarekoendama navendî|DKN]], ragihandin tên tekûzkirin, paşê ji boy vegeriyana rewşa asayî ango ji boy rekxistina hevsengiya navkî, bersîva guncav tên şandin boy endam û şaneyan. Di nav endamên hestê de hejmara hestewergiran ji beşên din ên laş zêdetir e<ref name="Modern Biology" />. Her kartêkirek corek enerjiyê lixwe digire. Hestewergir enerjiya kartêkirên ji nava laş an jî yên jingehî hatî digire û diguherine boy erkê kar<ref name="Campbell" />. Mirov hay ji hin kartêkiran dibe lê nikare hemû kartêkirên hawirdorê werbigre<ref name="Human anatomy" />. Loma her kartêkir di mirov de hestkirin peyda nake, ji boy çêbûne hestkirinê, divê kartêkira hestê ji aliyê hestewergiran ve bêne girtin û hetanê [[Mejî (mejiyê mezin)|tûkila mejî]] bêne şandin. Hêstkirin li wir rû dide. Hestên wekî bihistin, ditin, bêhnkirin, tamkirin (çêjtin), berkewtin (temas) ji aliyê mirovan ve tên girtin . Berkewtin hestek aloz e. Hesta berkewtinê mirov bi hestên wekî êş, pesto û germahiyê dihesîne<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Ji xeynî van hestan, hin hestewergir jî mirov pê bi hestên hevsengiyê, şidaniya [[Masûlke|masûlkeyan]] û rewşa gehan dihesîne. Bi vî awayê haya mirov ji çalakiya laşê xwe dibe<ref name="VILLEE" />.