Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Content deleted Content added
Rêz 50:
Li van salan [[îngilîz]]an [[Başûrê Kurdistanê]], yanî [[Îlam]], [[Loristan]] û [[Kirmaşan]], Sovyetan jî [[Bakurê Kurdistanê]] dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû.
Li sala 1941ê de şahê Îranê [[Riza Şah]] bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî [[Muhemmed
Hêzên rûsî bi giştî bi şêwirmendiya [[Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê]] Îran dagir kiribûn. Bi alikariya tirkên Azerbaycana Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê (ecem) mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê [[Mîr Cefer Baxirov]] di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: "Pirsgirêka kurdî, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê îngilîzan e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav ecemên başûr û kurdan de têkiliyên xurt werin avakirin. Her çi be bila bibe, divê li gel kurdan zimanekî hevpar were avakirin. Xebatên me yên di nav kurdan de, divê kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin<ref>Soğuk savaşın İlk Çatışması, İran Azerbaycanı, r:55</ref>". Di payîza sala 1941ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û [[Bokan]]ê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. [[Efser]]ên rûsî [[Selîm Atakşîov]] û hevalê wî [[Caferov]] û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî [[Ebulqasim Sedir Qazî]] û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel [[Cafer Baxirov]] <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:42</ref>. Jixwe paşî 18ê çiriya paşîn a 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê çiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê çiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn [[Bakû]]yê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên kurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn [[Urmiye]]yê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:43</ref>.
|