Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 106:
Di 23ê nîsana 1946ê de di navbera kurd û azeriyan de peymaneke dostînî hate destnîşankirin. Temsîla kurdan di bin rêberiya Qazî Mihemed, ya azeriyan jî di bin rêberiya Cefer Pîşeverî de bû. Gelek kesên navdar û serokeşîr di vê peymanê de hebûn. Li Tebrîzê ev peyman hate destnîşan kirin<ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:78</ref>.
 
9ê tîrmeha sala 1946ê de Pêşewa tevî 30 kesan geştekê dike bo [[TaranTehran]]ê ku ji bo maf û xwestinên kurdan li gel rêvebirina Taranê gengeşe bike. Lê di vê hevdîtinê de armanca rêvebiriya Taranê ew bû ku kurd û azeriyan li dijî hev bikarbînin û dawiya her du komaran bi destê wan bînin. Di van rojên li Taranê de Pêşewa Qazî Mihemed hevdîtinek li gel pêşewayê [[Serhildanên Agiriyê]], [[Îhsan Nûrî Paşa]] re jî di mala Îhsan Nûrî de hevdîtin kiribûn. Piştî têkçûna serhildanên Agiriyê, Îhsan Nûrî Paşa çûbû Taranê û li wir nîştecî bibû. Di vê hevdîtinê de xwarzayê Qazî Mihemed, Seîd Hûmayûn jî hazir bû, di derbarê mala Îhsan Nûrî Paşa de wiha dibêje:
{{Jêgirtin|Di mala Îhsan Nûrî Paşa de alaya Kurdistanê bi dîwar ve hilawistî bû, her weha li ser maseya karê wî arma partiya [[Xoybûn]] daçikandî bû.|çavkanî=Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:82}}
Her weha Seîd Hûmayûn dibêje ku hûrgiliyên hevdîtinên Qazî Mihemed, Îhsan Nûrî Paşa û balyozê Brîtanyayê di bîranînên Dr. [[Haşim Şîrazî]] de tomarkirî ne. Piştî van hevdîtinan Pêşewa vedigere Tebrîz û ji wir jî diçe Mehabadê. Piştî Mehabadê diçe nîştecihên kurmancîaxêv li herêma bakurê Kurdistana îranê. Li herêmên Urmiye, Mako, Selmas û Xoy li gel serokeşîr û mezinên bajêran ve hevdîtin kirin. Li her deran diçûyê çi kurd be çi azerî çi jî ermenî bi coş dihate pêşwazîkirin.