Enwerê Mayî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 3:
Hêvî Berwarî Mamoste Mela Enwerê Mayî li adara sala 1913, li gundê [[May]]ê, li herêma [[Berwarî Bala]], ku girêdayî qeza [[Amêdî|Amêdiyê]] û parêzgeha Duhokê ye ji dayîk bûye. Mamoste ji malbateke oldar û resen bûye, ku rêça Neqişhebendî ji xwe re girtiye û sofiyetî sala 1915 babê wî Şêx Mihemed jiyana xwe ji dest dide û ku jiyê wî ne gihaye sê salan, diya wî perwerdekirina wî dide dest xwe; mîna hemû jinên bi rûmet ên Kurd hemû şiyanên xwe dimezêxe ji bo perwerdekirina zaroyên xwe, weke jineke oldar, wê dixwest ku yek ji zaroyên wê bibe zanayekî olî yê mezin; mîna babê xwe.<ref>http://www.kulturname.com/?p=2021</ref>
 
Ji ber wê yekê, her di jiyekî biçûk de, diya Enwer ew danî ber xwendina [[Quran]]a pîroz li gundê Mayê, lê piştî demekî, diya wî zanî, ku xwendina seretayî li gundê Bamernê hatiye vekirin. Wê kurê xwe hinart cem hind nasyarên xwe li wir ji bo xwendinê. Weke tê zanîn, Enwer xwendina xwe ya seretayî li gundê Bamernê bi dawî aniye. Û berdewam bû, ku xwendina xwe ya olî bi dawî bîne. Paşan li gor rewşa wî çaxî, Enwer li mizgeft û gundan digere, ji bo bi dawîkirina xwendina xwe, taku li Amêdiyê binecih dibe, roja [[24'ê rezberê|24'ê îlona]] 1936'an bawernama zanistî ya olî li ser destê zanayê bi rûmet [[Şokrî Efendî]] miftiyê Amêdiyê, yê ku li sala 1938 çûye ber dilovaniya xwedê werdigire. Dîsan Mayî melatiyê li hind mizgeftên Berwarî Bala dike, lê li ser vê yekê berdewam nebû, ji ber ku ew di sala 1938an de diçe Bexdadê, daku ezmûna xwe di wezareta perwerdeyê de bike, ku bibe mamostayê zimanê Erebîerebî li dibistanên amadeyî. Paşan vê xebata wî, ji ber çend egeran ser negirt, paşan di sala 1939an de li gundê Şêrwana Mezin bû mamosta, ku girêdayî qeza [[Mêrgesor]] e. Dîsan Mayî ji bo mamostatî li pir gundên Kurdistanê digere û li hind herêmên [[Kurdistan]]ê û Îraqê dibe fermanber, lê Mayî mîna her kurdekî ronakbîr ji êş û azarên gelê xwe dûr nebû û siyaset jêre dibe oksijenê (O²) jiyana wî; bi taybet piştî şoreşa 14 tîrmeha 1958an li îraqê.
 
Dîsan Mayî li radyoya kurdî, li [[Bexda]]yê kar dike û di rojnamegeriyê de rolekî mezin dileyîze; herweha dibe endamê yekemîn, endamê desteka birêvebir ya yekîtiya rewşenbîrên [[Îraq]]ê û endamê sendikaya rojnamegeran li wî çaxî, ji ber ku Mayî mirovekî aktîv bûye, bi taybet di warê rewşenbîrî û siyasî de. Ji bo zêdetir ku rewşa Kurdan û çalakiyên wan li cîhanê bide naskirin, di sala 1959an de çûye Çîna Milî. Li gel grupeke milî ji aliyê hikumeta Îraqê ve, çaxê vedgere, diçe Sovyeta berê û hind hevdîtinan li gel hind nivîskar û rewşenbîrên kurdên sovyetê pêk tîne; yên weke [[Qanatê Kurdo]] û Dr. Selmasî û hindên din. Ji ber ku Mayî bi jiyana siyasî ve girêdayî bû, ji lew re di karên xwe yên mamostatî, fermanberî û rojnamegerî de nekarîbû berdewam be, ji ber ku tûşî astengiyan dibû û pir caran tat zîndanî kirin û dûrxistin bo herêmên dûr weke sizadan. Mayî neçar ma di destpêka 1962an de tevlî şoreşa kurdî bibe; ew dibe perpirsê cepeyê Xaneqîn bo maweyê salekê, paşan bi fermana şoreşê hate herêma Badînan - bi karê şoreşê. Lê mixabin li wir jiyan nekir, ji ber ku di êvara şemî, 22 huzeyrana 1963an de ji aliyê rijêma Îraqê ve bi hêrişeke firokan tê gulebarankirin û şehîd dibe, dibe stêreke geş li asmanê şoreş û berxwedana gelê Kurd de.
Rêz 9:
Çalakiyên rojnamegerî û gotarên belavkirî di rojnamegeriya Îraqê û biyanê de:
 
Çaxê Mayî li [[Bexda]]dê dijiya, sala 1940-1941 wî dixwast ku belavokeke kurdî derbiket, daku di rêya wê de êş û azarên gelê Kurd, çand û kultura kurdan bide nasandin. Ji ber wê yekê, Mayî biryar da, ku kovareke heyvane yan werzî li gor şiyanên xwe, bi zimanê kurdî û Erebîerebî bi navê (Mîzan-trazu) derbiket, lê ji ber rewşa wî ya aborî û siyasî û nebûna alîkariyê ji çi cihan ve, ev proje bi tenê nav ma û rûpelên wê ronahî nedît. Dîsan çaxê malbata Bedirxaniyan li Şamê kovara Ronahî bi zimanê kurdî û bi pîtên latînî der dikir, Mayî hemû jimare dixwandin û li cem xwe weke arşîf diparastin, taku roja şehîd bûyî. Mayî beşdarî di vê kovarê de dikir, pênc helbestên wî têde hatine weşandin û hemû siyasî bûn. Ew helbest jî ev in:
 
# Serbestî, ku ji 42 rêzan pêk tê, ew li bajarê Amêdiyê nivîsandiye û di jimara kovarê ya 12an de sala 1943an hatiye weşandin.
Rêz 17:
# Cewaba ji terefê xwedê.
 
Di salên 1946 û şûnde êdî Mayî li ser siyasetê nenivîsandin, ji ber ku her tim di jêr çavan de bû. Bi tenê tiştên çandî û gelêrî mîna helbestvanê gelerî Hemkê Tuvî. Ta niha jî helbestên Hemkê Tuvî di herêmê de nav û deng in. Piştî şoreşa 14.07.1958an li Îraqê, wî dikarî wê bêdengiya xwe ya çend salan di rêya kovara Ruşenbîriya Nuyê de derbixe, ku kovareke kurdî bû, bi zimanê kurdî derdiket û radyoya kurdî û rojnama Zeman, Albîlad, Xebat û kovara Ronahî ya Hafiz Mostefa Alqazî derdixist; û rojnama Serbestî di sala 1959 de, çaxê çûye Çîna Milî du gotar li rupelên Gel belavkirin, ku zimanê Partiya Komonîst ya çînî bû. Yek ji wan gotaran li ser Kurd û alîkariya wan ji bo rêjîma komara îraqê, ya din li ser Kurdkurd û rola wan di dîroka kevin û nû de. Dîsan Mayî sêmînarek li ser rewşa Kurdan pêşkêş kir (li Nadiya Netewî li Pêkîng) ê. Dîsan li vegera wî, di Rûsiyayê de hevpeyvînek digel hate kirin. Di rojnameya (Al Piravda al Sovyetiye) li ser alîkariya Kurdan ji bo parastina komara Îraqê û rola wan di avakirina aştiya cîhanî de û dîtinên wan ji bo pêşerojê. Dîsan li Çîkûslovakiya di hind rojnaman de li ser rewşa Kurdan û çand û hunera kurdî gotar belavkirine.
 
Dîsan ji nivîsên Mayî yên giring û pîroz pirtûka wî ya bi navê (Kurd li Behdînan), ku nivîseke, lêkolîneke dîrokî û civakî ji peydabûna Kurdan û bîr û baweriyên olî, rewşt û sirûştê gelê Kurd û edebiyata wan, ku yekem pirtûk e li ser Behdînan hatiye nivîsandin, ta ku niha jî mîna jêdereke girîng di destê rewşenbîran de ye. Weke tê zanîn, Mayî di qada rojnamegeriya kurdî de xebateke pîroz meşandiye, di piraniya rojname û kovarên kurdî û erebî de li Îraqê di wî çaxî de nivîsandiye. Herweha di radyoya kurdî de du bername hebûne, yek li ser edebiyata kurdî û ya duyem li ser dîroka kurdî. Mayî weke rojnameger û siyasetmedarekî Kurd di jiyana xwe de roleke hêja leystîye, çaxê Xwedê jê razî (Mamoste Salih Yûsivî) pêşniyar kir, ku pêwîst e yekîtiya nivîskarên Kurd were damezrandin, mayî yekem kes bû, ku pêşniyara wî pejirand û bi germî pêşwazî kir. Dîsan di sala 1960î de, çaxê kongireya mamosteyên Kuristanê ya duyem li bajarê (Şeqlawe) hate sazkirin, Mayî beşdar bû û peyvek bi zimanê erebî li ser (Şêx Adî) pêşkêş kir. Herweha helbesteke helbestvanê dasinî (Baba Raxê Hemedanî) bi navê (Meyrem û Ceifer) di kovara Ronahî, jimare sê de sala 1960î hate weşandin. Dîsan babetek li ser helbestvanê Kurd ([[EvdilsemedêEbdulsemedê Babek]]) di kovara Ronahî de (jimare 5-6) Şibat û Adara 1961ê, li jêr navê (Wêjeyî Kurd) belav kirin. Bi vî awayî peywendiya Mayî û rojnamegeriyê hate qutkirin, çaxê tevlî şoreşa kurdî bûye; li başurê kurdistanê roja (12.01.1962) .
 
Mayî û helbest