Nûredîn Zaza: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Xwedêda (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî
Rêz 3:
[[Wêne:Noureddine Zaza 1977.tiff|thumb|Nûredîn Zaza]]
 
'''Nûredîn Zaza''' [15/02/1919 Maden, Kurdistana Bakur − 07/10/1988 Lozan, Swîsre]. Siyasetvansiyasetmedar, nivîskar, û rewşenbîrê hêjarewşenbîr, damezrenêr û yekîmîn serokê partiya demokrata kurdî li Sûriyê [[1957]].
 
Dr. Nûredîn Zaza, kar û xebat û jiyana xwe kiribû bin xizmeta miletê xwe yê kurd de. Ji xwe ew di nav maleke kurd-perwer de rabûbû. Bavê wî “Ûsiv Efendî” û bira yê wî yê mezin “Dr.Ehmed Nafiz Beg”, hevalbendên “Şêx Seîd Efendî” bûn di şoreşa kurdî sala 1925an de dijê dewleta Tirk ya nijad-perest. Pismamê wî “Osman Efendî” di wê şoreşê de şehîd ketibû.
Rêz 29:
Li Firansayê jî wilo, gava “Neteweyên yekbûyî”, cihê xwe di “Sera Şapo” de digirt, Nûredîn endamê şandekê bû ku raporekê ser rewşa Kurdan bide, bizav û hewildanên xwe dike ku bigihe nûnerên dewletan de guh bidin pirsa Kurdî û wê di cìvînê de guft û go bikin. Û li her derê jî wilo, Nûredîn bêtexsîr e. Raste Nûredîn yek bû, lê wî hamberî 100 çalakvanî kar û xebat dikir. Di sala 1956an de, Nûredîn Zaza du karên pir girîng pêktîne. Yê pêşî, ew DOKTORA yê di zanistên perwedeyiyê de ji zanîngiha Lozanê werdigre. Karê didwan, ew “Yekîtiya xwedekarên Kurd li Evropayê” didamezrîne. Dûvre, ew dide rê û divegere Sûriyê. Di bîranînên xwe de “Jiyana min a Kurdî”, Dr. Nûredîn Zaza dinivîse : “di paşiya hezîrana sala 1956an de, ez bi hisret bûm ku ez tiştekî ji Kurdan re bikim. Min rabû da rê - di rêya deryayê re (Îtaliya - Bêrûd), berê xwe da Sûriyê. Li Bêrûdê, piştî 9 salan ji mayîna li xurbetê, bira yê min yê mezin(Dr.Nafiz) û hin dostên me yên dilsoz, hatibûn pêşwaziya min. Çawa ez ji gemiyê peyabûm, min naskir ku Kurdên Sûriyê ji mêj ve li hêviya vegera minin. Vêce gelo ezê bikaribim wan ji bin sitem û te’dariyê xilas bikim û maf û daxwaz û meremên wan di heyif û salên werin de bi cih bênim, yan na ?!”.
 
Li Sûriyê, Dr.Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê Kurd xirab e. Ji kinarekî ve, Kurd ji nijad-perestiya “Partiya Baas” di metirsiyê de ne. Li kinarê dîtir, “Partiya komûnîsta Sûriyê”, ya qaşo întirnasyonalîst, xwe ji netewa Ereb re kiribû parêzer, lê li dijê Kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên netewî dikirin, û ew bi şûvînîzmê tometbar dikirin. Dr.Nûredîn Zaza dinivîse : “di rewşeke wesa, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnama gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herwesa, welat-parêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin. Û di paşiya sala 1957an de, ew xewn pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê pdks hate damezrandin” .PDKS, ji serokatiya xwe re, Dr.Nûredîn Zaza dihilbijêre, û di demeke kurt de gelek kurd tevlû Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî, û civakî di nav Kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav Kurdan de. Lê di salên 1958 - 1961î de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma “Cemal Evdul Nasir” ya dîktatûr de ye. Di wan her 3 salan de; rewşa siyasî, ewlekarî, û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê “Nasir” li Sûriyê (Evdihemîd Elserrac) û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin, û nemaze li Kurdan û helbet li pdks, ku hebûna wê weke xetereke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Vêce rêjîma “Nasir”, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û ekonomî dike sukra gelê Kurd de û PDKS de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Dr. Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendkê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Dr. Nûredîn Zaza û 31, heval di hepis û zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên Kurd gelekî têne lêxistin û îşkence kirin. Belê, behra mezin ji jiyana Dr.Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû . Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên Kurdî (HAWAR û RONAHÎ) û biyanî de nivîstibûn. Herwesa wî “Destana Memê Alan” ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû. Û di sala 1982an de, wî pirtûkek bi navê “Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd” nivîstibû, têde behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa Kurdî û Kurdistanê de kiribû. Herwesa Dr. Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê Kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Dr.Nûredîn Zaza ji Kurdan re gotibû : “Gelî Kurdan ! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwênin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hizkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendinê”. Weke ku me anîbû zimên; Dr. Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Siwêsrayê qedandibûn. Li wir, wî keçeke Siwêsrî bi navê “Gilberte Favre” anîbû, Xude Teala kurk dabû wan, navê kiribûn “Chango Valery”. Mixabin, di sala 1988an de, piştî nexweşiyeke giran, Dr. Nûredîn Zaza wefat kir. Ew li goristana bajarê” Lozanê” veşartin.
 
== Berhemên wî ==