Erkê kar: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
Rêz 10:
[[Wêne:Action potential ku.svg|thumb|Alûgorkirina iyonên sodyum(Na<sup>+</sup>) û potasumê(K<sup>+</sup>) yên li herdu aliyên parzûnê dibe sedema guherîna cemsergiriya [[Xane|xaneyê]]]]
Kartêkir an jî sinyalên ji hawirdorê, bandor li ser parzûna demarexaneyê dikin û dibin sedema vebûna hinek cogên sodyumê. Dema erkê bêhnvedanê de xestiya iyonên sodyumê li rûyê derveyî parzûnê ji ya nav xaneyê 10 car zêdetir e<ref name="OpenStax, Anatomy & Physiology">OpenStax, Anatomy & Physiology, OpenStax ,2013
[https://openstax.org/details/books/anatomy-and-physiology]</ref>. Loma bi vebûna cogan, sodyum ji devera xestiya bilind (derveyî parzûnê), ber bi devera xestiya nizim ve di nav cogên iyonî yên sodyumê de diherikin. Bi hatina iyonên sodyumê, di wê beşa tewereyê de bargeyê nava xaneyê dibe pozîtîv, û bargeyabargeyê nav xaneyê ji -70mV ber bi -55mV ve zêde dibe. Lê hê jî erkê kar dest pê nake. Ji boy destpêkirina erkê kar divê guherîna bargeyabargeyê elektrîkî ya nav xaneyê heta astek diyarkirî bidome. -55mV ji bo destpêkirina erkê kar asta derazînkê (asta şêmûkê) ye, heke bargeyabargeyê nav xaneyê ji -55mV zêdetir bibe, wê gavê hê pirtir ji cogên sodyumê vedibin û erkê kar ango guhaztina iyonan a li ser parzûnê dest pê dike<ref name="OpenStax, Biology"> OpenStax Biology. 2013. [http://cnx.org/content/col11448/latest] </ref>. Di asta derazînkê de cemsergeriya parzûnê hildiweşe ev rewş wekî berevajîbûna cemsergiriyê (bi îngilîzî: ''depolarization'') tê bi navkirin. Berevajîbûna cemsergirî ji ber cudahiya xestiya sodyumê rû dide, iyonên sodyumê bi belavbûnî, bê ko [[ATP]] xerc bike ji parzûnê derbasî nav xaneyê dibe. Ango bargeyên parzûna demarexaneyê dema erkê kar de, berevajiyê dema erkê bêhnvedanê ye, nava tewereyê pozîtîv, derveyî parzûna tewereyê bi bargeyê negatîv barkirî ye. Di qonaxa erkê kar de, xestiya Na<sup>+</sup> li nav xaneyê zêde ye, K<sup>+</sup> jî li derveyî xaneyê zêde ye. Hilweşîna cemsergeriyê ango guherîna erkê parzûnê bi carekî de, li tevahiya rûyê tewereyê de rû nade. Cogên sodyumê ji tûmika tewereyê heta kotahiya tewereyê li ser parzûna tewereyê de rêzbûyî ne. Vebûna cogên sodyumê di laşê xaneyê de, ji tûmika tewereyê dest pê dike, ji parzûnê derbasbûna sodyume dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê<ref name="Campbell">Campbell, Neil A., and Jane B. Reece. Biology. 8th ed., Pearson Education, Inc., 2008. ISBN 978-0-8053-6844-4</ref> . Elektrîk cogên sodyumê yên cîran hander dike ji boy vebûnê. Gava cogên sodyumê yên jêrdestê voltajê yên cîran vedibin, cemsergiriya wê beşa tewereyê hildiweşe, îcar ev rewş dibe sedema çêbûna herrika elektrîkê, ev herrika elektrîkê jî hin cogen din ên sodyumê yen jêrdestê voltajê hander dike. Bi vî awayê erkê kar ji tûmika tewereyê dest pê dike gav bi gav ber bi tewerekotahiyê didome. Arasteya erkê kar ji laşê xaneyê ber bi tewerekotahiyê yek alî ye<ref name="Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J. S., & Wilson, K. J. (2014). Ross and Wilson anatomy & physiology in health and illness 12th ed.</ref>.
 
== Ragihandina bazdar ==
Rêz 17:
 
== Vegeriyana cemsergiriyê ==
Her ko iyonên sodyumê diherrikin nav xaneyê, bargeyabargeyê xaneyê ji -55mV diguhere, heta +40 mV. Cemsergeriya demarexaneyê di bargeyabargeyê +40mV de bi tevahî hildiweşe. Xane tenê di qonaxa erkê bêhnvedanê de ji boy wergirtina kartêkir amade ye, loma divê demarexane demildest vegere qonaxa erkê bêhnvedanê, ango divê li ser rûyê parzûna demarexaneyê de cemsergirî dubare bê avakirin. Di heman demê de cogên potasyumê yên jêrdestê voltajê jî vedibin. Ji ber ko xestiya potasyumê li nav xaneyê de zêde ye, iyonên potasyumê ji xaneyê, ber bi derve belavbûnî dibin. Bi derketina iyonên potasyumê, bargeyabargeyê hundirê xaneyê cardin ber bi negativê diguhere. Belavbûniya potasyumê didome heta xestiya potasyumê li herdu aliyê parzûnê de yeksan dibe. ji ber kêmbûna iyonên potasyumê bargeyabargeyê xaneyê ji cemsergeriya asayî ya -70mV kêmtir dibe. Bi vî awayê dawî li erkê kar tê, lê xane hê jî cemsergiriyê ango erkê bêhnvedanê ava nake. Gava asta bargeyabargeyê nav xaneyê gihîşt +40mV, cogên sodyumê tên girtin û heta dawiya vegeriyana cemsergeriyê girtî dimînin, loma xane di vê demê de nikare ji hawirdorê kartêkir werbigire<ref name="visualizing-human-biology">Ireland, K. A. (2010). Visualizing Human Biology. Hoboken, NJ: John Wiley & Sons. </ref>. Vê dema xaneyê, wekî ‫maweya nehêlanî‬ (bi îngilîzî: ''refractory period'') tê bi navkirin.<ref name="Modern Biology">Postlethwait, J. and Hopson, J. (2006).Modern biology. Orlando: Holt, Rinehart and Winston.</ref>
 
== Pompeya sodyum-potasyumê ==