Koendama demarê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Min hê zêdetir zanyarî, wêne û çavkanî li gotarê zêdekir.
BKurteya guhartinê tine
Rêz 1:
[[Wêne:Koendamademarê ku.png|thumb|415x415px]]
Ji bilî isfencên deryayê, hemû ajal xwediyê koendama damrê ye<ref name="McGraw-Hill"> Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.</ref>. Koendama demarê ya şîrdaran(guhandar) ya herî aloz e.Hemû zîndewer dikarin ji guherînên nav laşê wan an jî yên li hawîrdora wan rû dide pê bihesin. Mirov jî bi alîkariya koendama demarê hay ji hawirdora xwe dibe. Ji xeynî wî, endam û [[Şane (biyolojî)|şaneyên]] laş jî bi navbeynkariya koendama demarê bi hev re di nav têkiliyêde ne. Koendama demar ragihandinan ji beşek laş ber bi beşa din a laş ve diguhêzîne, bi vî awayê çalakiyên mirov rêk dixe<ref name="VILLEE"> Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.</ref>. Koendama demarê guherînên hawirdorê yên li ser laşê mirov de bandordar in tespît dike, guherîn ji aliyê koendama demarê ve tê analîzkirin paşê bi gelemperî bi alîkariya koendama [[Hormon|hormonan]], li dij guherînê bersîva laş ava dike<ref name=" Anatomy and physiology">Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.</ref>. Guherînên wekî ronahî, germahî, deng, bêhn û livîn guherînên hawîrdorî ne. Guherînên li rêjeya [[Dilê mirov|dillêdanê]], li rejaya oksîjena nav [[Xwîn|xwînê]], li leza heriskirinê, li leza henasedanê hwd. mînak in ji boy guherînên li nav laş. Çav, guh,ziman, difin û pestê(çerm) mirov hestewergir lixwe digire. Mirov bi alîkariya van wergiran pê kartekirên hawirdorê dihese. Kartêkir ne tenê ji derveyî laş lê dibe ko di nav laş de jî peyda bibe. Wekî mînak, zêdebûna karbonadîoksîda xwînê, an jî zêdebûna pileya [[Ta (biyolojî)|germahiya laş]] (ta) .Bi kurtasî; Kontrola çalakiyên hizirî (bîr û hiş) û laşî ji aliyê koendema demar ve tê bi rêvebirîn. Koendama demar (Demarekoendam) li dij guherînan, hevsengiya navekî ya laş diparêze. Di jiyana rojane de, mirov çi ji nava laş, çi jî ji hawirdorê gellek kartêkir û hêst digire, piştê nîrxandinê, berteka demarekoendamê bi bersivek guncaw, bi navbeynkariya [[masûlke]] û [[Rijên|rijênan]] tê nîşankirin. Bertek dibe ko bi hemdê mirov be, li hin caran bertekên bêhemd jî çê dibe, [[refleks]] bertekên wisa ne.