Komara Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 48:
Sepanên Riza Şah li [[Rojhilata Kurdistanê]] nerazîbûnên mezin li navbera kurdan de peyda dikir. Ji bo modernîzekirina Îranê gelek serokeşîrên deverê ji welêt hatin dûrxistin. Ji bo modernîzekirina Îranê cilûbergên kurdî qedexe kirin. Sepanên wiha nerazîbûnên mezin li navbera serokeşîr û kesayetên kurd peyda kirin. Ev jî bû sedema dijberiya Reza Şah. [[Şêx Seyîd Tahayê Hekarî]] neviyê Şêx Ubeydullah zindanî kiribû û li wir mir. Gelek serokeşîrên Bextiyariyan û Loran jî darve kiribûn.
 
Li van salan [[îngilîz]]an [[Başûrê Kurdistanê]], yanî [[Îlam]], [[Loristan]] û [[Kirmaşan]];, Sovyetan jî [[Bakurê Kurdistanê]] dagir kiribûn. Navenda Kurdistanê jî bi taybetî herêma mukriyan di bin desthilata kurdan de bû.
 
Li sala 1941ê de şahê Îranê [[Riza Şah]] bi derbeyekê ket. Di vî wextî de li her derê Îranê di bin kaosê de ye. Şûna Riza Şah, kurê wî [[Muhemmed Riza Şah]] dibe desthilat. Di vî wextî de serokeşîr û serkêşên kurdan yên li sirgûnê dizivirin welêt û li herêmên xwe û herêmên li eşîrên wan lê dikirin bin destê xwe û berpirsiyar û karmendên şahê Îranê ji herêmên derdixistin. Heta li wê demê li derdora Urmiyê gelek tesîran van eşîran çêbû ku gelek kar û xebatên nebaş dikirin. Wê demê wekî her derê Îranê li Kurdistanê jî kaoseke mezintir hebû<ref>B.P. Logashev, Turkmeni Irana , Moskva; İzdatelstvo Vostoçnoy Literaturi ,1976, r248 </ref>. Li Mehabadê ji aliyê hindek rewşenbîrên kurd ve [[Komeley Jiyanewey Kurdistan]] hate avakirin. Vê komeleyê nêzîkî sê salan xebatên xwe nepenî kirin. Her wisa li Mehabadê dagirkirina Sovyetan hebû. Leşkerên Îranê çekên xwe berdan û hemû vegerîn bajarên xwe. Piştî paqijkirina hêzên çekdarî li herêma [[Mukriyan]]ê, wek çekdarî tenê hêzên eşîrî man. Li herêma [[Seqiz]] û [[Bane]] serokeşîrê [[Begzadeyan]] [[Heme Reşîd Xan]] bû fermanrewayê herêmê. Bajarê [[Serdeşt]]ê ket bin destê kurê [[Şêx Mehmûdê Berzencî]], [[Şêx Letîf]]. Li Mehabadê jî hemû barê bajar ket ser milê Qazî Mihemed û brayê wî [[Ebulqasim Sedir Qazî]]. Qazî Mihemed ji bo ku eşîr Mehabadê dagir nekin, li gel serokeşîrên din hevdîtin pêkanî û biryarên hevpar dan ku zererê nadin hevdu <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:40</ref>.
 
Hêzên rûsî bi giştî bi şêwirmendiya [[Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê]] Îran dagir kiribûn. Bi alikariya tirkên Azerbaycana Sovyet, Azerbaycana Îranê jî hate dagir kirin. Gelek axa Azerbaycana Îranê dikeve nava Rojhilata Kurdistanê, ji ber vê sedemê jî tirkên Azerbaycanê (ecem) mecbûr man ku ji kurdan alîkariyê bixwazin. Sekreterê yekem yê Partiya Komûnîst ya Azerbaycanê [[Mîr Cefer Baxirov]] di daxuyaniyeke xwe de wiha dibêje: "Pirsgirêka kurdî, nuqteya qelstirîn ya Îran û Tirkiyê ye û sîlehê xweşik yê îngilîzan e. Divê ev xal çi wextan ji bîran me neçe. Divê li nav ecemên başûr û kurdan de têkiliyên xurt werin avakirin. Her çi be bila bibe, divê li gel kurdan zimanekî hevpar were avakirin. Xebatên me yên di nav kurdan de, divê kurd guhê xwe nedin îstîxbaratên derve û divê ji bo ku kurd ji serxwebûna xwe çek nehilgirin<ref>Soğuk savaşın İlk Çatışması, İran Azerbaycanı, r:55</ref>". Di payîza sala 1941ê de îngilîz dixwazin li serokeşîrên herêma Mukriyan hevdîtinan bikin, ji bo vê hevdîtinê jî kesên navdarên bajarên Seqiz, Mehabad, Bane û [[Bokan]]ê vedixwînin Bokanê ku hevdîtinan bikin. Lê berî ku îngilîz bên hevdîtinan bikin, Sovyetan bi rêya zanîna îstîxbarî digehin cihê hevdîtinê û berî îngilîzan li gel serokeşîrên kurd hevdîtinê dikin. [[Efser]]ên rûsî [[Selîm Atakşîov]] û hevalê wî [[Caferov]] û kurd di vê hevdîtinê de amade bûn. Ji aliyê kurdan ve jî [[Ebulqasim Sedir Qazî]] û serokeşîrên kurd amade bibûn. Li vê derê efserên sovyetî, van kurdan vedixwînin Bakûyê ji bo hevdîtinan li gel [[Cafer Baxirov]] <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:42</ref>. Jixwe paşî 18ê mijdaraçiriya paşîn a 1941ê eşîra tirk Şahsevenî, 20ê mijdarêçiriya paşîn rewşenbîrên Tebrîzê û 27ê mijdarêçiriya paşîn de jî nêzî 30 serokeşîrên kurd çûn [[Bakû]]yê û li gel Mîr Cefer Baxirov re hevdîtin kirin. Piştî vegera serokeşîrên Kurdkurd, Qazî Mihemed tevî serokeşîrên Mameşan û Mengur ji bo ku çareserkirin û aştîdanan navbera gelên kurd û ecem çûn [[Urmiye]]yê. Ji xwe vê pêngavê paşî tesîra xwe nîşan da ku ti caran li herêmê di navbera kurd û eceman de şer û pêvçûn rûneda <ref>Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed-Seîd Hûmayûn,r:43</ref>.
 
Piştî dagirkirina rûsan a Îran û Rojhilata Kurdistanê, tevlîhevî û kêşeyên mezin li herêmê qewimîn. Di nav vê kaosê de dewleta [[Tirkiye]] jî xwest ku bi hinceta ku kurd zilmê li eceman (tirkên Azerbaycanê) dikin xwestin bikevin nav xaka Rojhilata Kurdistanê. Her wisa balyozê rûsî yê wê demê digot ku tirk dixwazin Azerbaycanê dagir bikin û tevlî Tirkiyê bikin<ref>Soğuk Savaşın İlk Çatışması İran Azerbaycanı, Cemil Hasanlı, r. 59</ref>.