Şerê birakujî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
Rêz 5:
Şerê birakujî di [[Dîroka Kurdistanê]] de xwedî cihekê girîng e ku netîceyên wê heta niha jî dewam dike. Berî partî û rêxistinên kurdî avabibin, li [[Kurdistan]]ê bi giştî hêzên mîrektiyên kurd û hêzên eşîrên kurd hebûn. Van hêzên feodal bi dûçûna berjewendiyên xwe li dijî hêzên din çi [[kurd]] çi [[ereb]] çi [[tirk]] çi jî [[fars]] şer dikirin. Lê piştî sedsala 20emîn li tevahiya Kurdistanê rêxistin û partiyên kurd hatin damezrandin. Ev rêxistinên modern her çend bi dûçûnên îdeolojiyan hatibin damezrandin jî, li ser esasê kurdbûnê rê û rêbazên xwe kifş dikirin. Bingeha fermîbûna partiyên kurd bi avabûna [[Komara Kurdistanê]] pêkhat. Komara Kurdistanê bi rêya [[PDK-Î]] hate damezrandin. Hemû kadroyên komarê ji partiyê bûn. Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Iraqê, Tirkiyeyê û Suriyeyê livînên kurd çêbûn û gelek rêxistin hatin ava kirin. Piştî çiqdana van tevgeran nerazîbûn li nav partiyan destpê kir, nêrînên cuda cuda derketin, berjewendiyên kesayetî çêbûn, nêrînên herêmî derketin, nêrînên îdeolojîk zêde bûn. Ji ber van sedeman di nav partî û rêxistinên kurd de jî lihevnehatîn çêbûn. Heta ku ev lihevnehatin gihişt şerekî dijwar di navbera miletekê bêdewlet de. Ev agirê di navbera kurdan de bi alîkariya dewletên herêmî jî ve gihişt asteke gelek dijwar û xerabker.
 
==Destpêk==
==Nêrîna giştî==
Şerefxanê Bedlisî di pirtûka xwe de, di derbarê şerê navxweyî yê eşîrên kurd de wiha dibêje: Eger di navbera kurdan de edetên kuştina hevdû nebaye, ji ber vê nifûsa mezin ya ku kurd hemû welatê Îranê hetta ku hemû dinya dê di birsiyetî û xelayê de maba<ref>İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta, r: 87</ref>