Serhildana Boxer: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Raperîna li dijî emperyalîzmê ya ku li Çînê qewimîbû
Content deleted Content added
Rasti (gotûbêj | beşdarî)
Rûpela nû: "thumb|394x394px|Serhildana Boxer '''Serhildana Boxer''' (Çînî: 義和團起義, pinyin: Yìhétuán qǐyì), Ew serhildanek li..."
(Cudahî nîne)

Guhartoya 12:31, 16 hezîran 2020

Serhildana Boxer (Çînî: 義和團起義, pinyin: Yìhétuán qǐyì), Ew serhildanek li dijî bandora aborî û siyasî ya welatê rojava li ser Çînê di sedsala 19an de bû. Armanc ew e ku hemû biyaniyan ji welat were derxistin. Ew di meha mijdara 1899 de dest pê kir û di 7ê îlona 1901an de bi dawî bû. Di dema serhildan û binpêkirina serhildanê de, bi hezaran serhildêr, biyanî û sîvîl jîyana xwe ji dest dan.

Serhildana Boxer

Rewşa beriya serhildanê

Çîn û Japon di sala 1894an de ji bo serweriya Koreyê (ku wê demê keyanîyek ku girêdayî Çînê bu) şerekî dijwar kirin. Di şerda Çîn têk çû û peymana aştîya Shimonoseki hate îmze kirin. Di vê peymanêda Çîn gelek tawîzên girîng da Japon. Lê ji ber ku dewletên ewropî û Rûsya, neduxwestin kû Japon li rojhilata dûr pir bi hêz be, ketin navberê û Çîn hinek ji van tawîzan paşta hilda.

Dewletên ewropî û Rûsya ji bo vê alîkarîyê gelek tawîz ji Çînê hildan, dewerên girîng yên Çîn dagir kirin, Çîn parçe kirin. Wan bûyeran hestên neteweperestî dirust kir.

Civaka Bokserê ya olî, ku bi dizî di sala 1870an de hatibu damezrandin, li dijî xanedana Qing têkoşîn dikirin. Lêbelê, piştî perçebûna Çînê, Civaka Bokserê li dijî hêzên biyanî dest bi têkoşînê kirin.

Serhildan

Boxeran, ku di mijdara 1899an de seri hildan, êrîşî nûnerên biyanî, mîsyoneran, rêhesinên ku ji alîyê welatên biyanî tê çêkirin û karkerên ku çêkirinêda dixebitin, kirin.

Tepisandina Serhildanê

Îtalya, DYE, Fransa, împeratorîya Awistirya-Macaristan, Japon, Almanya, Keyaniya Yekbûyî û Rûsya ji bo tepisandina serhildanê "Hevgirtina Heşt Dewletan" avakirin. Hevgirtina Heşt Dewletan di 14'ê Tîrmeha 1900an de, bi artêşaka ji 54 hezar leşkeran pêk tê, serhildana li Tianjin tepisandin û berve Beijing ve çûn. Artêşê 14'ê tebaxê da Beijing bi dest xist û Bajarê Qedexe talan kir.

Di dema tepisandina serhildanê de gelek sivîl hatin tecawîz kirin. Ji ber vê yekê bi hezeran jinan xwe kuşt[1].




  1. ^ Preston, Diana, 1952- (2000). The boxer rebellion : the dramatic story of China's war on foreigners that shook the world in the summer of 1900. Preston, Diana, 1952-. New York: Walker. ISBN 0-8027-1361-0. OCLC 43836668.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)